Bi deh hezaran kes ji bo Onder meşiyan 2025-05-04 12:43:53 STENBOL - Bi deh hezaran kes piştî merasîma li AKM’ê ya ji bo Sirri Sureyya Onder hat lidarxistin, bi dirûşmên “Bijî biratiya gelan” û "Şehîd namirin" meş li dar xistin. Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ku li Nexweşxaneya Florance Nightingaleyê dihat tedawîkirin, duh jiyana xwe ji dest da. Onder, ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve tê oxirkirin. Girseya ku ji bo bernameya li Navenda Çandê ya Ataturkê (AKM) ya li Taksîmê kom bûbû, ber bi Dolmabahçeyê ya Beşîktaşê ku dê nimêja cenazeyê lê were kirin, dest bi meşê kir.    Dayikên Aştiyê, wekîlên DEM Partiyê Kezban Konukçu, Çîçek Otlu, Sirri Sakik û bi hezaran kes bi dirûşman dest bi meşê kirin.    Di meşê de beşdaran li çepikan xistin, tililî berz kirin û gelek caran dirûşmên “Bijî biratiya gelan”, “Şehîd namirin", “Na ji şer re aştî a niha” û “Soza me ya ji bo Sirri ye dê aştî çêbibe” berz kirin. Meş, li Dolmabahçeyê bi dawî bû. Girse, ji bo nimêja cenazeyê ber bi Mizgefta Barbarosê ya li Leventê  ve çû.