DEM Partiyê ji bo Onder li gelek bajaran şîn danî 2025-05-04 14:09:25   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê ji bo endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li gelek bajar û navçeyan şîn danî.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo endamê Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, li gelek bajar û navçeyan şîn danî. Di serî de endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, gelek kes çûn serdana şînan. Di şînan de wêneyên Onder hatin hilayîstin, find hatin vêxistin û beşdaran qurnefîl danîn. Jin, ciwan û gelek derdorên civakê ji saetên serê sibehê ve çûn serdana şînên li avahiyên bajar û navçeyan ên partiyê. Şîna li avahiyên DEM Partiyê dê sê rojan bidome.    Welatiyên li Êlihê hatin serdana şînê, giriyan û soza domandina têkoşîna aştiyê ya Onder dan. Li avahiyên rêxistina DEM Partiyê yê navenda Şirnexê û navçeyên wê jî posterê Onder ê bi nivîsa “Em te ji bîr nakin” hate daliqandin. Li Colemêrg û navçeyên wê jî bi sedan kes ji serê sibehê ve çûn serdana şînê. Li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê jî posterê Onder ê bi nivîsa “Oxir be, serê me sax be” hate daliqandin. Şîna li Wanê dê 2 rojan bidome.    LI BAJARÊ WÎ SEMSÛRÊ ŞÎN HATE DANÎN    Li bajarê Onder, Semsûrê jî şîn hate danîn. Şîn, li avahiya DEM Partiyê ya bajar hate danîn. Ji serê sibehê ve gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî hatin serdanê. Li cihê şînê wêneyê Onder û qurnefîl hatin danîn û find hatin vêxistin. Şîn didome.    'RÊWÎTIYA WÎ TENÊ JI HÊLA FÎZÎKÎ VE BI DAWÎ BÛ’    Li Amedê jî li avahiya DEM Partiyê ya Bajar a li navçeya Peyasê şîn hate danîn. Hevşaredarên navçeyan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî hatin serdana şînê. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn di şînê de axivî û got: “Dema ji bo demokrasî û aştiyê têdikoşiya jiyana xwe ji dest da. Ev rêwîtî tenê ji hêla fîzîkî ve bi dawî bû. Ruhê wî û tiştên wî kirine dê di tevahiya dîrokê de bên vegotin. Kesên ji bo aştiyê têdikoşin tu caran namirin. Tenê ji hêla fîzîkî ve bi me re namînin. Di serî de gelê Kurd, serê hemû gelan sax be û ruhê wî şad be.”    DEM Partiyê li bajarên Amed, Îzmîr, Colemêrg, Mêrdîn, Şirnex, Wan, Agirî, Semsûr, Edene û Antalyayê jî şîn danî. Gelek kes çûn serdana şînan.