Rewşa girtiya nexweş a di greva birçûbûnê de giran dibe 2025-05-04 14:30:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Hura Nîkbext a li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, li dijî cezayê darvekirinê yê li Îranê 11 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye û rewşa wê ya tenduristiyê giran bû.  Girtiya siyasî Hura Nîkbext ku li Girtîha Evînê tê ragirtin, di 23’yê Nîsanê de li dijî cezayên darvekirinê dest bi greva birçîbûnê kir. Bi ser çalakiyê re 11 roj derbas bûn. Hura Nîkbext ragihand ku li dijî bêdengiya welatiyan a beramberî zêdebûna derxistin, erêkirin û pêkanîna cezayên darvekirinê, greva birçîbûnê berdewam bike. Her wiha girtiya siyasî da zanîn ku tenduristiya wê nebaşe û di 11 rojên borî de 10 kîloyan zeîf bûye.    Hura Nîkbext, di 13’ê Hezîrana 2024’an de ji bo Liqa 3 ya Dadgeha Giştî ya Evînê hate vexwendin. Li wir hate binçavkirin û girtin. Di Tebaxa heman sale de Liqa 26 a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi tometa “propagandaya li dijî dewletê, heqareta beramberî rêberê olî yê bilind ê Îranê” salek cezayê girtîgehê da. Hura Nîkbext, nexweşa penceşêra malzarokê ye û rewşa wê nebaş e.