Ercûment Akdenîz: Mesele nefes wergirtina heqîqetê ye 2025-05-12 10:04:32 STENBOL - Rojnamegerê girtî Ercûment Akdenîz diyar kir ku girtina rojnamegeran binpêkirina azadiya çapemeniyê ye û destnîşan kir ku ew ê nehêlin pênûsên Ûgûr Mumcu, Mûsa Anter û Metîn Goktepe bikevin erdê.  Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya li ser Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de, 30 kesên ku di nav de rojnamevan, sendîkavan, hunermend, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar jî hene di 21'ê Sibatê de bi îdîaya 'endamtiya rêxistinê' hatin girtin. Di nava kesên hatine binçavkirin de Ercûment Akdenîz jî hebû û bersiv da pirsên Ajansa Mezopotamyayê. Danişîna pêşîn a Akdenîzê ku li Girtîgeha Marmarayê tê girtin, 31’ê Tîrmehê li 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dê pêk were. Akdenîz diyar kir ku bi rojnameger bi Yildiz Tar û edîtorê nûçeyên siyasî îbrahîm Halît Elçîn re heman qawîşê parve dike.    Akdeniz, anî ziman ku rojnamegerê girtî Welat Ekîn jî beriya serbest bê berdan li qawîşa wan maye û wiha got: "Bi biryara beraatê serbest hat berdan. Hevala min a ji Îlke TV Elîf Akgul jî li Girtîgeha Bakirkoyê dimîne. Em dibînin ku bi operasyonên berfireh rojnamevan tên binçavkirin û girtin. Ev yek mafê gel ê xwegihandina nûçeyan bêhtir asteng dike. Hin lêkolîn nîşan didin ku hêza medyayê ya li dora desthilatdariya desthilatdar kom bûye, çapemenî ji sedî 85 ketiye destê îktîdarê. Li aliyê din dor çapemeniya muxalîf hatiye tengkirin û ji sedî 15 çapemeniya muxalîf e. Her wiha bi awayekî sîstematîk girtinan pêk tên."   NEFES WERGIRTINA HEQÎQETÊ   Akdenîz anî ziman ku di pêvajoya ketina girtîgehê de mafê wan ê raporê hatiye girtin û wiha berdewam kir: "Di dema girtinê de me dikarîbû çi nûçeyan çêbikin? Metirsiya şerên global û herêmî, nîqaşên li ser pêvajoyê, civakîbûna aştiyê, kuştina jinan, erdheja Stenbolê, xweza û mafên heywanan, trajediya penaberan û gelekên din. Rojnamevanên ku di nava çar dîwaran de girtî ne, ji azadiyê bêpar in ku van nûçeyên nûçeyan weke çalakiya gel ragihînin. Mesele di heman demê de li ser nefes wergirtina heqîqetê ye. Ji ber vê yekê pêla girtinê ya li dijî rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye. Ji bo tedawiya ku ji bo van rojnamegeran pêk tê, tu wateyeke din tune ye ku ger bê gotin dê biçin pirsyariyê. Bi vê wesîleyê ez careke din spasiyên xwe pêşkêşî saziyên pîşeyî yên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî û saziyên demokratîk û kesayetên ku piştgirî dane me dikim. Pênûsên Ûgûr Mûmcû, Mûsa Anter û Metîn Goktepe dê li erdê nemînin.”   ROJNAMEGERIYA AŞTIYÊ   Akdenîz da zanîn ku ew ligel rojnamegeriya objektif rojnamegeriya aştiyê jî wek rêgez esas digirin û diparêzin. Akdenîz diyar kir ku gelek rojnamegerên li derve hev nas nedikirin piştî ketine girtîgehê hev nas kirine û wiha got: “Bi qasî azadiya çapemeniyê, endambûna partiyên siyasî jî mafek destûra bingehîn e û ev maf bi binpêkirinê re rûbirû ye. Hemû derdorên girêdayî HDK’ê, kesên sosyalist û çepgir û partiyên demokratîk xistine cendereya sûc. Endamtiya min a EMEP’ê jî wek sûc dibînin.”   Akdenîz anî ziman ku li girtîgehê li gel her tiştî morala xwe baş dikin, 3 rojan carekê rojnameyan didin wan û hewl didin di van şert û mercan de rojevê bişopînin. Akdenîz herî dawî silavên xwe ji hemû kesî re şand û got ku dê heqîqet bi ser bikeve.   MA / Omer Îbrahîmoglu