SOLDEP: Em ê ji bo aştiya civakî têkoşînê geş bikin 2025-05-12 13:51:34   ANKARA - SOLDEP’ê derbarê biryarên kongreya PKK’ê de daxuyanî da û diyar kir ku wek partiyeke sosyalîst di dahatûyeke azad de dê ji bo aştiyê berpirsiyariyê hilgirin.   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" kir. PKK'ê jî piştî vê bangê, di 5-7'ê Gulanê de Kongreya 12'emîn li dar xist û îro jî danezana kongreya xwe aşkera kir.    Partiya Sosyalîstan (SOLDEP) li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal der barê mijarê de peyamek parve kir û got: "Niha wextê mezinkirina têkoşîna aştî û demokrasîyê ye.”   Di berdewamiya peyamê de wiha hate gotin: "PKK’ê Kongreya 12’emîn pêk anî û di encamnameyê de ji raya giştî re rave kir ku dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî aniye. Ev rewş ji bo aştiyê firsendeke dîrokî ye. Ji bo nirxandina vê firsendê divê em li hebûn û daxwaza neteweya Kurd xwedî derkevin. Ev xwedî derketin û têkoşîn bi famkirina aştiyê ve pêkan e. Ji bo vê yeke demildest divê gavên hiqûqî û siyasî were avêtin. TBMM û rêxistinên siyasî jî divê ji bo aştiyê înîsiyatîfê li xwe bigirin."    ‘TÊKOŞÎNA MEZIN NIHA DEST PÊ DIKE’   Bi domdarî SOLDEP'ê diyar kir ku divê rêya beşdarbûna siyasetê were xurtkirin û wiha got: "Ji bo aştiyê divê gavên pêwîst werin avêtin. Mafên desteserbûyî, girtiyên nexweş û heta siyasetmedaran divê gavên hiqûqî bên avêtin. Wek kesên sosyalîst ji bo aştiyê em erken xwe dizanin û em aşkera dikin ku di dahatûyeke azad de em ê ji bo aştiyê berpirsiyariyê li xwe bigirin. Em bangî hemî kesên şoreşger û raya demokratik dikin ku ji bo aştiya civakî têbikoşin. Têkoşîna mezin niha dest pê dike.”