TJA’yê ji bo ‘Meşa Aştiya Civakî’ bang kir 2025-05-20 10:30:26   AMED - TJA’yê ji bo tevlibûna meşa ku dê di 31’ê Gulanê de li Amedê were lidarxistin, bang kir.     Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê meşa ku dê di 31'ê Gulanê saet di 16:00'an de li Qada Şêx Seîd a Amedê were lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi sernavê "Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin" de hat gotin ku jinên ji bo jiyanek bê şer, bê îstîsmar, jiyaneke wekhev û edaletê têdikoşin, kirdeya avakirina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd in.   Daxuyaniya TJA’yê wiha ye:    “Piştî banga birêz Ocalan a 27'ê Sibatê, deriyên aştiyek bi rûmet li welatê me vebûne. Em jin in ku dê vê bangê herî zêde qebûl bikin û civatek demokratîk ava bikin. Em dizanin ku civaka demokratîk jiyaneke sosyalîst a wekhev û azad e. Em avakerên vê jiyanê ne. Ji ber vê sedemê; em ji bo aştiya civakî û çareseriyên demokratîk dimeşin. Em bang li hemû çalakvanên jin, femînîst, ekolojîst, jinên ciwan, rewşenbîr û hunermendên ku parêzvanên mafan in, jinên ji netewe û baweriyên cuda dikin ku ji bo parastina jiyaneke azad û wekhev bimeşin.   BANGA TEVLIBÛNA MEŞÊ   Em dizanin ku em jin hêza veguherîner a jiyanê ne. Em dizanin ku civak nikarin azad bibin heya ku jin azad nebin. Em dizanin ku her tişt dikare bibe, ger em bixwazin. Werin em hemû bi hev re di 31'ê Gulanê saet di 16:00'an de li Qada Şêx Seîd a Amedê soza xwe ya ji bo civakek demokratîk bilind bikin.”