TSP’ê ji bo berdana Koç bang kir 2025-05-25 12:40:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Dengê Girtiyan ji bo berdana siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç ku li Almanyayê hate girtin, bang kir.  Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç ê li bajarê Bremen a Almanyayê dijî, di sibeha 20'ê Gulanê di serdegirtina mala xwe de hate binçavkirin û girtin.   Platforma Dengê Girtiyan (TSP) têkildarî girtina Koç daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Yuksel Koç weke siyasetmedarekî Kurdistanî salên dirêj li saziyên demokratîk ên Kurd xebitî, di asta hevserokatiyê de wezîfe li rêxistinên sîwanî yên Kurdan kir û ji bo bikaranîna mafên demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê ked da. Her wiha di karên şoreşger, hêzên demokratîk ên li Ewropayê de ked da, li nava raya giştî siyasetmedarekî naskirî ye.”   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Yuksel Koç ji ber têkiliyên qirêj û bazariya navbera dewleta Alman û dewleta Tirk de hate girtin. TSP'ê diyar kir ku dewleta Alman bi salan e bi serdegirtina li saziyên Kurdan û girtina aktîvîstên siyasî yên Kurd hewl dide Kurdan krîmînalîze bike, rêxistiniya wan lawaz bike û bi vî rengî dibe hevpar ji êrîşên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew girtina Yuksel Koç weke êrişeke li ser kes û saziyên demokratîk dibînin û bi tundî şermezar dikin.