Serokê Giştî yê SES’ê: Aştî ji bo tenduristiya civakê jî girîng e 2025-05-27 10:36:35   ENQERE - Serokê Giştî yê SES’ê Mehmet Siddik Akin bandora aştiyê ya li ser tenduristiya civakê axivî û got ku aştî ji bo tenduristiya civakan pir girîng e.   Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) Mehmet Siddik Akin têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate ragihandin û biryarên kongreya PKK’ê axivî. Akin, bandora şer a li ser tenduristiya gel nirxand û got ku rewşa şer ruhê civakê dixe pêvajoyeke travmatîk lewma aştî ji bo tenduristiya civakê girîng e.   Akin, destnîşan kir ku şer pirsgirêkeke tenduristiya civakê ye û çareserî jî bi rêyên demokratîk û aştiyane pêkan e. Akin, got: “Şer tê wateya birçîtî, xizanî, bêkarî û keda erzan. Lê li gel van, tê wateya mirina ciwanan. Lewma jî em şer weke pirsgirêka tenduristiya gel dinirxînin. Di heman demê de şer, dibe sedem ku mirov azadiya xwe ji dest bidin. Hebûna domdar a şer bi xwe re çanda tundiyê ava dike.”      Akin, bal kişand ser bandora şer a li ser qada tenduristiyê û ev tişt anî ziman: “Dema em van êrişên li dijî xwe dinirxînin; em tenê weke tundiya nexweşxan û xizmên wan nabînin. Em ji hêla ku tundî çawa veguheriye çandekê û bandora zimanê cihêkar ê siyasetê yê li ser civakê ve jî dinirxînin. Dema mirov ji vî alî ve dinirxîne, mirov dibîne ka aştî ji bo tenduristiya civakê çiqasî girîng e.”    Akin, diyar kir ku ew salên dirêj in li dijî budçeya ji bo tenduristiyê tê veqetandin têdikoşin û axaftina xwe wiha qedand: “Li Tirkiyeyê budçeya ji bo tenduristiyê tê veqetandin derdora ji sedî 6,7 e. Pareke mezin a vê jî weke subvansiyonê ji saziyên tenduristiyê yên taybet re tên şandin. Ev rewş, ji bo kedkarên tenduristiyê pirsgirêkeke mezin e. Heke em li welatekî demokratîk û bêşer bijiyan, dê 4 trîlyon dolarên ji bo şer tên veqetandin, ji bo xizmetên tenduristiyê bihatina veqetandin. An jî heke ji bo perwerdeyê û îstîhdamkirina ciwanan bihatina xerckirin, rewşa em tê de dê bi temamî biguheriya.”