Ji DEM Partiyê li hember dîmenên binçavkirinê bertek: Bêçareya siyasî 2025-06-04 14:38:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bertek nîşanî dîmenên binçavkirinê yên operasyona li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dan.  Di çarçoveya pêla 5'emîn a operasyona li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de 5 jê şaredarên CHP'yî yên girtî 38 kesên hatin binçavkirin, dema sewqî edliyeyê hatin kirin, xistin yek rêzê û dîmen weşandin. Ev girtin û kiryar bû sedema nerazîbûneke mezin.   Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari ew dîmen şermezar kirin ku siyasetmedar xistin rêzekê û li otobusan hatin siwarkirin. Tûncer Bakirhan li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyanî da û diyar kir ku ev yek dişibe "Darizandinên 12'ê Îlonê û operasyonên qirkirina siyasî yên KCK'ê" û nîşaneya aciziya siyasî û bêhiqûqiyê ye. Bakirhan got, "Ev neheqî û bêhiqûqî li kê bê kirin em ê li ber rabin" û bang kir ku tavilê dest ji vê kiryarê bê berdan û êdî dadgerî bes weke çoyê siyasetê bê bikaranîn.   Tulay Hatîmogûllari jî bi gotina, "Propagandeyeke siyasî ya erzan" ev nirxandin kir: "Beriya bi salan di darizandinên 12'ê Îlonê û operasyonên di bin navê KCK'ê de hatin meşandin, me heman dîmen û hewldanên propagandayê dîtibûn. Me bi hev re dît bê kiryarên bi vî rengî zerareke çawa dide aştiya civakî. Operasyonên siyasî û hewldanên propagandayê Tirkiyeyê di lêgerîna hiqûq, demokrasî û aştiyê de gelekî lawaz dike. Divê tavilê dest ji van kiryaran bê berdan û zexta dadgeriyê ya li ser siyasetê bê terikandin."