Di qezaya trafîkê ya li Îzmîrê de 5 kes mirin 2025-06-09 13:33:20   ÎZMÎR - Li navçeya Menderesê rêzeqezayên trafîkê rû dan û di encama van qezayan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.   Li navçeya Menderesê ya Îzmîrê 3 wesayît li hevudin qelibîn. Di qezayê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. Ajokarê wesayîta bi plakaya 35 CLF 493 Ozkan Nazli, li devera Kelerê ya li ser rêya Menderes-Seferîhîsarê li wesayîta bi plakaya 35 ZY 756 ku Sûltan Baran (22) diajot, qelibî. Di qezayê de wesayîta Nazli ji rê derket û li wesayîta bi plakaya 45 ARV 589 ku S.Û. (21) diajot, qelibî.   Piştî agahdarkirina welatiyan, komên tenduristiyê, cendirme û îtfaiyê sewqî cihê qezayê hatin kirin. Di qezayê de ajokar Ozkan û hevjîna wî Sûna Nazli (45),  ajokar Sûltan Baran û xwişkên wê Emîne (26) û Fatma Baran (24) jiyana xwe ji dest dan. Her wiha E.D.D. (20) û Z.N. (20) ku di qezayê de birîndar bûbûn, bi bi ambulansan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Menderesê hatin kirin.   Piştî lêkolîna dozger a li cihê qezayê cenazeyên welatiyan rakirin morga heman nexweşxaneyê.    Ajokar S.Û. ku di qezayê de bê birîn filîtî, li cem cendirmeyan îfade da.