Li Xozatê li dijî madenan meş hat lidarxistin 2025-06-09 16:04:22     DÊRSIM - Platforma Hawirdor û Xwezayê ya Xozat Pêrtag Sekasurê li dijî projeya madenê ya li herêmê meş li dar xistin û xwestin xebat bên sekinandin.    Tê xwestin ku li ser 2 hezar û 200 donimên erd ên li gundê Bargînî yê navçeya Xozatê ya Dêrsimê û gundên Zeve, Orcan, û Desîmanê yên navçeya Pêrtagê madena pomzayê were avakirin. Platforma Hawirdor û Xwezayê ya Xozat Pêrtag Sekasurê jî li dijî vê projeyê li navenda bajar bi dirûşma “Em xwedî li qadên xwe yên jiyanê derdikevin” meş li dar xist. Ji partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî gelek kes tev li bûn. Çalakvanên li ber markêteke bajar dest bi meşê kirin, heta Meydana Xozatê meşiyan. Di meşê de pankartên “Li dijî talana şîrketên madenê em bibin yek û bi hev re têbikoşin”, “Dest nede xweza, av û xaka min” hatin hilgirtin. Beşdaran, dirûşmên “Xozat ranezê xwedî li xaka xwe derkeve”, “Em ê bibin yek û bi ser kevin” û “Sekasor pîroz e dê pîroz bimîne” hatin berzkirin.    LI SER JIYANA ZINDIYAN Û CIHÊN PÎROZ GEF E    Keyayê gundê Bargîniyê Mûstafa Ruzgar li ser navê platformê daxuyanî xwend. Ruzgar, da zanîn ku bi vê projeyê re ne tên çandinî, ajalvanî û çavkaniyên avê tune dibin, her wiha li ser çanda jiyana xwezayî ya Dêrsimê û cihên pîroz jî gefeke mezin e. Ruzgar, banga piştevaniyê li her kesî kir. Ruzgar, got ku ev herêm malovaniya gelek zindiyan dike, gelek berhemên dîrokî lê hene û saziyên rayedar ên herêmê weke qada SÎT’ê ragihandine.    ‘DÊ HAFIZEYA ME TUNE BIBE’   Ruzgar, da zanîn ku li herêma tê xwestin kana pomzayê lê were çêkirin cihên pîroz ên weke Sûltan Xidir, Ocaga Aguçanê û Dervîş Cemal hene û xwedî cihekî çandî û dîrokî ye. Ruzgar, ev hewl dan weke bêrêziya li dijî baweriya Elewiyan nirxand û got: “Vê şîrketê proje ji gel veşart û ji ruxseta di sala 2025’an de haya me ji ruxseta 2024’an de hatiye girtin bû. Dema hafizeya me hate tunekirin ma hûn ê çi paşve bînin? Ev proje dê tevahiya kaniyên avê ziwa bike û tune bike.”   PÊVAJOYA HIQÛQÎ DIDOME   Parêzer Kenan Çetîn jî got ku pêvajoya dozê ya li Dadgeha Îdareyê ya Erzînganê didomînin û xwest hêj pêvajoya hiqûqî temam nebûyî şîrket dev ji projeyê berde.    Wekîla DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî anî ziman ku Sekasur û xwezaya Dêrsimê ji bo wan cihên taybet in û got: “Her mudaxileya li dijî vir tê kirin, êrişeke li dijî xweza, bawerî û hafizeya me ya çandî ye. Hewceye em li dijî vê zîhniyetê bêhtir xwe birêxistin bikin û têbikoşin.”    Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî xwestin şîrket xebatên xwe bide sekinandin.