Li Sêrtê kesek di êrişa çekdarî de hate kuştin 2025-06-09 16:39:39   SÊRT - Di êrişa çekdarî ya li gundê Bîkotê de welatiyê bi navê Saît Koç jiyana xwe ji dest da û kurê wî Emrah Koç jî bi giranî birîndar bû.    Di êrişa bi çekan a li gundê Bîkotê yê navçeya Dihê ya Sêrtê welatiyê bi navê Saît Koç jiyana xwe ji dest da û kurê wî yê 18 salî Emrah Koç jî bi giranî birîndar bû. Hat zanîn ku bûyer ji ber rageşiya di navbera du malbatan de qewimî ye.    Emrah Koç, bi ambulansê rakirin beşa lênihêrîna awarte ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.    Têkildarî bûyerê kesên bi navên D. S. û H. S. hatin binçavkirin û li gund tevdîrên ewlehiyê hatin girtin.