Xizmên girtiyên nexweş: Divê astengiyên li pêşiya berdana wan bên rakirin 2025-06-16 09:07:43 EDENE - Xizmên girtiyên nexweş diyar kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka girtiyên nexweş hewceye demildest gav bên avêtin û gotin: “Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan.”  Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 335 jê rewşa wan giran bi giştî hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Heta niha gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û yek ji rojevên sereke ye lê dîsa jî îktîdar ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tu gavan naavêje. Bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mijara girtiyên nexweş dîsa bû rojeveke sereke û hêviyên malbatan zêde bûn. Raya giştî li bendê bû ku îktîdar weke gaveke erênî, di mijara girtiyên nexweş de di qanûnan de sererastkirinan bike lê heta niha jî tu gav nehatine avêtin. Îktîdar, li şûna meseleyê çareser bike, berdana girtiyên nexweş asteng dike.    Yek ji van girtiyên nexweş jî Mehmet Şîrîn Bozçali ye. Bozçali, yek ji girtiyên nexweş e, li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin û tehliyeya wî hatibû astengkirin. Bozçali, di 22’yê Tîrmeha 1992’yan de li Mêrsînê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbeda girankirî lê birî. Bozçali ku nexweşiya Hepatît B (Zerik) lê peyda bûye, bi hinceta zexta poşmantiyê red kiriye, Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya wî du caran ji bo 6 mehan taloq kir.    Kekê Bozçali, Hamdullah Bozçali diyar kir ku birayê wî baş nehatiye tedawîkirin û ji ber “poşmantî” qebûl nekiriye tehliyeya wî du caran hatiye taloqkirin. Bozçali, xwest ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin û di serî de girtiyên nexweş, hemû girtiyên siyasî werin berdan. Bozçali, da zanîn ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêvî daye wan û got: “Di 10’emîn Paketa Darazê ya îktîdarê de ji bo girtiyên nexweş û yên siyasî tu tişek nebû. Hewceye di vê mijarê de tavilê sererastkirin çêbibin. Aştî û xwişk-biratî bi yek alî nabe. Em dixwazin her du alî jî dirûst nêz bibin û her kes piştgiriyê bide. Em malbatên girtiyan piştgiriyê didin. Em bi Rêberê xwe re ne.”    Ji girtiyên nexweş Ferîdun Kurt jî tevî Bozçali li heman girtîgehê tê ragirtin. Kurt, di sala 1995’an de li Edeneyê hate binçavkirin, di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyên giran hat û ji ber îşkenceyan ji pişta xwe seqet bû. Di heman salê de DGM’ê bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbedê da Kurt. Ji ber îşkenceyê hestiyê boçikê yê Kurt şikestiye, fitqa piştê, tansiyon, bêhnkurt, kolesterol û gelek nexweşiyên din ên Kurt hene.    'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’   Jinbiraya Kurt, Ozlem Kurt da zanîn ku tîyê wê zêdetirî 30 sal in girtî ye û ji ber nexweşiyên xwe nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bijî. Ozlem Kurt, got: “Em dixwazin Ferîdun Kurt û hemû girtiyên nexweş û siyasî bên berdan. Ev maf e, mafekî destûra bingehîn e.”    Ozlem Kurtê diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan lê dewletê weke bersiv zextên li girtîgehan zêde kiriye. Ozlem Kurtê, axaftina xw wiha qedand: “Zexta psîkolojîk a li ser girtiyan zêde bûye û tehliyeyên wan tên astengkirin. Gelek girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Divê tavilê bên berdan.”    MA / Hamdullah Yagiz Kesen