Gundekî di sînorê Amed û Mûşê de: Dê kîjan şaredarî pirsgirêkên wan çareser bike? 2025-06-24 11:20:02 AMED - Bi salan e pirsgirêka av û rê ya gundê Kerengan a ku di sînorê bajarên Mûş û Amedê de çareser nabe. Welatiyan ji bo çareseriya pirsgirêkê bangî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. Pirsgirêka rê û avê ya gundên li herêma Zozanên Şênê ya ku di navbera sînorê nevçeya Pasûr a Amedê, Mûş û Çewligê de, nayê çareserkirin. Gundê Kerengan ê Pasûrê jî yek ji wan e. Di salên 1990’î de dewletê bi hinceta ewlehiyê gund vala kiribû, welatî di salên 2000’ê de vegeriyan gundê xwe. Gundê ku 10 malbat lê dijîn pirsgirêka av û rê bi salan e rexmê serlêdanan nehatiye çareserkirin. Rêya axê ya ku welatiyan bi derfetên xwe çêkirî, dema baran dibare rêya çûyîn û hatina gund tê girtin.    Gundiyan diyar kirin ku rexmê hemû serlêdanan Şaredariya Pasûrê daxwazên wan bi cih neaniye. Gundê ku rêya wê tune mizgefteke mezin lê tê çêkirin.     TITÛNÊ NEÇINÎN     Li dora gund gelek çem diherikin lêbelê ji ber nebûna şebekeyê, xeta avê nehatiye çêkirin û av naçe malan. Hinek malbat bi derfetên xwe,  bi xortuman av ji çem kişandine malên xwe. Welatiyên ku titûnê diçînin îsal ji ber nebêuna avê titûn neçandine.    Welatiyan diyar kir ku serlêdanên wan ên bo qeymeqamiyê û şaredariyê ji ber hinceta “ewlehiyê” nehatiye bicihanîn û pirsgirêkên wan çareser nebûne.    GUND DIKEVE PARA DU BAJARAN     Du birayên ku li gund dijîn îqametgeha wan li ser Mûşê ye û ya birayekî wan jî li ser Amedê ye. Nivê gund bi ser Mûşê nîvê din ji li ser navçeya Pasûra Amedê ye. Şaredariya Mûşê, li gund cihê ku dikeve para wê de pirehek ava kir lêbelê ji bo aliyê çemê ku 20 metreyan ji sînorê wê dûrtir e û dikeve para Şaredariya Pasûrê pir çênekir. Welatiyan diyar kirin ku bi derfetên xwe ve pir ava kirine û ew pira wan jî di bin avê de mane.    Welatiyan bangî Şaredariya Pasûr û ya Şaredariya Bajarê Mezin kirin û daxwaza çareseriya rê û avê kirin. Gundiyê bi navê Mehmet Aslan bal kişand ser rewşa gund û got: “Çemê ku di nava gund de derbas dibe aliyekî dikeve Mûşê û aliyê din jî dikeve para Amedê. Sala borî meha Tebaxê de ji ber barana zêde rûbar rabû, ava bo destşûştinê jî me nedît. Rêyên me ne asfalt in û wesayîtên me di heriyê de dimînin bi motoran ve em ji heriyê der dixin. Em dixwazin ku rêyên me bên çêkirin. A herî pêkenok du birayên ku li çepê çem dimînin bi ser Mûşê ve ne û yê li rastê çem jî li ser Amedê ye. Kîjan şaredarî were berpirsiyariyê li xwe nagre 3u diavêje şaredariya dîtir.”    DIXWAZIN DENGÊN WAN BÊN BIHÎSTIN      Aslan, diyar kir ku dehan car bo Şaredariya Pasûrê serlêdan kirine û wiha axivî: “Sal borî jî, ji bo çêkirina rê gotin ‘em ê dozere bişînin” lê hêj jî neşandine. Gotin em ê îsal bişînin dîsa neşandin. Dema em dipirsin çima rêya me nayê çêkirin dibêjin ‘pere nehatiye’. Di demsalên payîz û biharê de ji ber heriyê em nikarin biçin malên xwe. Wesayît dişemitin an jî di heriyê de dimînin. Em dixwazin Şaredariya Mezin dengê me bibîhîse.”     Salîh Aslan, got: “Gundê me re komek rê derbas dibin. Rêya navçeya Bongilan a Çewlîgê jî di vir de derbas dibe. Rêya hinek gundên Mûşê jî di vir de derbas dibe. Em dixwazin pirsgirêka me ya rê û avê çareser bibe.”    MA / Dilgeş Ruvanas - Bêrîvan Altan