Tulay Hatîmogûllari bang kir: Bila meclis neyê girtin û ji bo çareseriyê bixebite 2025-06-24 12:45:05 ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, bang kir ku Meclis neyê girtin û got: “Meclis, ji bo çareserkirina van pirsgirêkên me bi bila tavilê were bixebite.”    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe de li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllari, di serî de êrişa li Sûriyeyê li dijî dêrê hatiye kirin bi bîr xist û şermezar kir. Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşanî şerên li seranserî cîhanê da û got ku ev rêzeşer yekser jiyana gelan hedef digirin û bedela herî giran jî gel didin. Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku ew bi awayekî zelal li dijî şerê Îsraîl-Îranê jî derdikevin. Tulay Hatîmogûllari, got ku li dijî van êriş û şeran ewlehiya herî baş, aştiya navxweyî ye.    Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku kêmasiya di demokrasiya navxweyî de ji dijminê derve bêhtir xetere ye û got: “Jehrkuja tevahiya rewşên neyînî yên îro, siyaseteke wekheviya mafan, edalet û azadiyan diparêze ye. Dema ev feraset pêş ket jî dê hem li hundir hem li derve yekitî çêbibe. Tişta ku dê me rizgar bike modela neteweya demokratîk e. Ev hem dê hem jî Rojhilata Navîn û cîhanê rizgar bike.    BERTEK NÎŞANÎ ŞERXWAZAN DA    Şer ne lîstik e. Erasmus 500 sal berê gotiye; ‘Şer, ji bo kesên nakin şirîn tê.’ Yên şer nekirin li ser klavyayê rûdine û mîna lîstikê dilîze. Dijminatiya di navbera gelan de sor dikin. Ev ne lîstik e, bombe ye, fuze ye.” Tulay Hatîmogûllari, ji bo bidawîkirina şerê Îran-Îsraîlê bang li gelên Îran, Îsraîl û DYA’yê kir û xwest înîsiyatîfeke hevpar were avakirin.    LI TIRKIYEYÊ HER KES LI BENDÊ YE   Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser pêvajoya li Tirkiyeyê û got ku divê ev pêvajo neyê vehêlandin û wiha domand: “Carnan ferasetên weke ‘Ka em li encamên şerê Îran-Îsraîlê binêrin. Ka em li geşedanên li Sûriyeyê binêrin û hwd.’ derdikevin pêş. Her ku em li bendê man, me firsendên dîrokî ji dest dan. Dîrok ji me re dibêje ‘nesekinin, bimeşin.’ Her ku em disekinin em winda dikin û birîn kûr dibin û firsend ji dest diçin. Şerê Îsraîl-Îranê nîşan da ka aştî çiqas girîng e. Aştiya li Tirkiyeyê dê bikare agirê li herêmê vemirîne.”    HIŞYARÎ GIRÎNG IN    Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Hişyariya birêz Bahçelî ku dibêje bila pêdvajo bilez û bibaldarî bimeşe, pir girîng e. Em dibînin ku welatên demokrasiya navxweyî sazûman nekin, di bagerên kûrewî de bi giranî birîndar dibin. Lê gel bi mafdarî dibêje ‘fikarên me tên paşguhkirin.’ Îktîdar û dewlet van fikarên civakê nabîne. Divê bibîne. Li Turgutlu ya Manîsayê xwendekarek dibistana amadehî ji ber dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ hate girtin. Dema em qala aştiyê dikin ev çêbû.    GELO DÊ KOMÎSYON WERE VEKIRIN?   Daxwazeke birêz Ocalan, me û her kesî heye. Ew jî avakirina komîsyonê ya li Meclisê ye. Gelo ev komîsyon dê kengî were avakirin? Agahiya li ber destê me ew e ku birêz Kurtulmuş dê bi serokwekîlên komên partiyan re bicive. Ev tiştekî erênî ye. Hêvîdarin encamên şênber jê derkevin. Rêya aştiyê bi cisaret û biryardariyê bi ser dikeve.    HER KES DIXWAZE BI ABDULLAH OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKE    Yek ji mijareke girîng jî, rêdayina diyalogeke domdar a bi birêz Ocalan re ye. Her kes dixwaze pê re hevdîtinê bike. Di rojên pêş de şandeyeke qelebalix dê ji Ewropayê bi daxwaza hevdîtinê were Tirkiyeyê. Deriyên Îmraliyê vekin û bihêlin ku birêz Ocalan bi rewşenbîr, hiqûqnas, akademîsyen û siyasetmedarên li welat û derveyî welat re hevdîtinan bike. Heke deriyên Îmraliyê vebin, dê derfeta aştiyê biafire.    BILA MECLIS NEYÊ GIRTIN   Weke DEM Partiyê em teklîfê ji meclisê re dikin ku neyê girtin, kesek neçe betlaneyê. Pêwîst bike bila meclis 24 saetan bixebite û ji bo çareserkirina pirsgirêkên em dijîn, tavilê ji bo 10 gavan bicive. Bila zem ji bo kedkar, yên bi kêmtirîn mûçeyê dixebitin û teqawidan were kirin, xizanî bila were kêmkirin, mewzaûat bên guherandin û em dawî li şêlandina bacê bînin, em pergala ku ji dewlemendan zêde ji feqîran kêm distîne bixin meriyetê, em di bacê de edaletê pêk bînin, krediyên malbatên dahata wan di bin sînorekî de bila budçeya cemaweriyê bide, em deyn û faîzên cotkarên biçûk jê bibin. Em pêdiviyên bi milyonan zarokên li dijî birçîtiyê têdikoşin bicih bînin. Em faîzan kêm bikin, welatiyan keyfxweş bikin. Em Tirkiyeyê ji dorpêça faîz-enflasyonê rizgar bikin. Em barê faîzê yê li ser milê KOBÎ’yan ji holê rakin. Di serî de Qanûna Îhaleyên Cemaweriyê, em di gelek qanûnan de sererastkirin bikin û Lijneya Etîka Siyasî ava bikn.”