Lijneya ku tehliyeya Oncu asteng kir, biryar bi lez û bez bi dadgehê da erêkirin 2025-06-24 13:42:11 ENQERE - Tehliyeya Mehmet Bahattîn Oncu ku li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê tê ragirtin û 30 sal in girtî, hate taloqkirin. Lijneya ku tehliye taloq kir, bêyî ku xwe li benda encama îtirazê bigire, bi lez û bez biryar bi dadgehê da erêkirin.    Tehliyeya Mehmet Bahattîn Oncu ê 30 sal e di girtîgehê de ye û niha li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê tê ragirtin, ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve hate taloqkirin. Lijneyê, berî roja tehliyeya Oncu bi 9 rojan, di 4’ê Hezîranê de civiya û tehliya bo 6 mehan taloq kir.    Lijneyê, mayîna Oncu ya li odeya girtiyên ji doza PKK’ê, nedayîna îfadeyên têkildarî veqetîna ji PKK’ê û hwd. weke hincet nîşan da. Ji bo nirxandina tehliyeya Oncu dê lijne di 10’ê Kanûnê de bicive.   LI BENDA PÊVAJOYA ÎTIRAZÊ NESEKINÎN    Lijneyê xwe li benda mafê pêvajoya îtîrazê ya Oncu ku 15 roj in negirt û serî li Dadgeriya Cezayên Înfazê ya Bodrumê da. Dadgeriyê jî beriya xwe li benda îtîrazê bigire, biryar erê kir.     Oncu, li dijî binpêkirina mafê xwe xwe serî li Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan da. Newroz Uysal Aslanê serî li Komîyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku rexmê raporên başhaliyê jî lijneyê ev yek di nirxandinên xwe de berçav negirt û di serlêdanê de “Ev rewş, hewldanek e ji bo veşartina agahî û belgeyên şênber” hate nirxandin.    DADGER NEÇAR MA KU DU CARAN BIRYARÊ BIDE    Di serlêdanê de ev tişt hatin destnîşankirin: “Jixwe girtiyek xwedî rewşa başhaliyê be dê kîjan livên wî bên çavdêrkirin? Ev îfade, nîşan dide ku lijne hiqûqê nas nake û bi awayeke keyfî azadiya şexsî xesp dike.” Herwiha hate destnîşankirin ku dadgeriyê bêyî ku li benda îtîraza Oncu bimîne biryar erê kiriye û piştî ku Oncu îtiraz kirî jî heman dadgerî neçar maye ku lêbikole û ev rewş jî rêgeza bêaliya darazê binpê dike.   Di serlêdanê de ev daxwaz hatin kirin:    “* Em dixwazin biryara lijneyê ya ku mafê tehliyeya Mehmet Bahattîn Oncu asteng kirî ji hêla Komîyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê ve bê lêkolîn.   * Dixwazin têkildarî avadanî û rêvebirina Lijneya Îdare û Çavdêriyê mekanûzmeyên şefaf û venêrînê bên avakirin.   * Divê were ferzkirin ku biryarên lijneyê objektîf bin.   * Bila komîsyonek were avakirin û ev komîsyon têkildarî sepanên mafên berdana bişert binpê dike raporekê amade bike û bi raya giştî re parve bike.     * Divê Wezareta Dadê têkildarî Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê ji ber bikaranîna nebaş a peywira xwe û mudaxilekirina mafên sereke agahiyan bide komîsyonê.    * Em dixwazin Komîsyona Jêr a ÎHÎK li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê lêkolînê bike, bi Oncu re hevdîtinê bike û raporê amade bike."    Newroz Ûysal, ji bo bersivandina Wezareta Dadê, ji Serokatiya Meclisê pêşnûmepirsek kir.