Ji bo belavkara rojnameyê 2 sal û mehek ceza hate dayîn 2025-06-26 12:21:31   AMED - Ji bo belavkara rojnameya Yenî Yaşamê Zîlan Gulê bi îdiaya “firotin û belvakariya weşanên qedexe” 2 sal û mehek ceza hate dayîn.    Belavkara rojnameya Yenî Yaşamê Zîlan Gul, ji ber belavkirina rojnameyê bi îdiaya “belavkirina weşanên biryara qedexeyê jê re hatiye dayin" û “propagandaya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Danişîna 2’yemîn a dozê li Dadgeha 4’mîn a Cezayê Giran a Amedê hate li darxistin. Zîlan Gul, beşdarî danişînê nebû, parêzerê wê Resûl Tamûr beşdarî danişînê bû.    Dozgerî der barê Zîlan Gulê de xwest ji sûcê “propagandaya rêxistinê” bê cezakirin.   Parêzer Rasûl Tamûr, li dijî îdiayê parastin kir û bal kişand ser Xala 11’mîn a Qanûna Çapemeniyê û diyar kir ku belvakar û firoşkarên rojnameyê ji naveroka rojname û weşanan berpirsyar nînin.     Tamûr, destnîşan kir ku roja rojname hatiye belavkirin tu biryareke qedexeyê ji bo weşanê nîne û ji ber naveroka rojnameyê cezakirina belavkar ne rast e. Tamûr, daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.   Dadgehê, der barê Zîlan Gulê de bi hinceta “firotin û belavkariya weşanên qedexe” 2 sal û mehek ceza da.    Parêzer Resûl Tamûr, destnîşan kir ku dê li dijî biryarê serî li Dadgeha Îstînafê bidin.