HPG’ê têkildarê mirina Ceylan de daxuyanî da 2025-06-28 13:25:09   NAVENDA NÛÇEYAN – HPG’ê têkildarê mirina Serhat Ceylanê ku dihate îdiakirin hatiye kuştin, ragihand ku ji ber pirsgirêka tenduristiyê jiyana xwe ji dest daye.   Li navçeya Bazîd a Agirî, di çapemeniya herêmî de hatibû îdiakirin ku Serhat Ceylan ji aliyê PKK’ê ve hatiye kuştin.   HPG’ê têkildarê mijarê de daxuyanî da. Di daxuyaniya ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê de cih girtî, wiha hate diyarkirin: “Welatparêzê qedirbilind Serhat Ceylan ê ji navçeya Bazîd a Agiriyê weke mêvan hatiye cem hêzên me. Lê belê di pêvajoya ku li ba me bû, ji ber guhertina şert û mercên hewayê hin nexweşiyên wî yên berê lê giran bûye û tevî hemû hewldanan nekariye bê rizgarkirin û jiyana xwe ji dest daye. Ji ber Serhat Ceylan di nava xebatên welatparêziyê de jiyana xwe ji dest da em wî weke şehîdê Tevgera Azadiya Kurdistanê qebûl dikin û xemgîniya xwe parve dikin. Em ji malbata welatparêz şehîd Serhat Ceylan, xizmên wî yên nêz û hemû gelê Bazîdê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”   Ceylan, bo demekî hevserokê navçeyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamê Meclisa Bajêr a Giştî bû.