ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN 2025-07-01 09:00:08   *  Parastvana mafên mirovan Fatma Bostan Unsal diyar kir ku divê îktîdar ji bilî gotinan gavan biavêje û got: “Em zêde demê winda nekin. Bila aştî bê Tirkiyeyê.”    *Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ku di şandeya ji bo banga Kongreya Neteweyî ya Abdullah Ocalan çûbû Herêma Federe ya Kurdistanê de ci digirt, got: “Divê bibêjim ku em li benda bersiveke erênî ya banga birêz Ocalan in.”    * Nivîskar Faîk Taç ku tev li mihrîcana li Tetwanê bû, got: “Banga Ocalan, ji bo hunerê deriyê serdemeke nû vekir. Em baş xwedî li pêvajoyê derkevin. Heke qedexe rabin dê civak bêhnê bistîne.”    * Seferî Yilmaz ku di sala 2005’an di dema nîqaşên têkildarî çareseriyê de kesên hewl didan bombeyê biavêjin pirtûkxaneya wî dema sûc dikirin girtibû, got: “Li dijî rantxwirên şer divê her kes bi şev û roj ji bo aştiyê bixebite.”   * Malbata Rozerîn Çukur a di qedexeya derketina kolanan a li Sûrê de hatibû qetilkirin, bertek nîşanî biryara AYM’ê ya “mafê jiyanê nehatiye binpêkirin” û got: “AYM’ê jî edalet pêk ne anî.”    * Tevî rapora ÇED’ê ya Hesandînê hatiye betalkirin jî xebatên madenê didomin. Şêniyên herêmê û hiqûqnas li dijî rewşê bibertek in.    * Berdevkê Demê yê Baroyên Kurdistanê û Serokê Baroya Dêrsimê Dogukan Kudat têkildarî pêvajoyê got: “Divê TBB şandeyên şopandina yasayan û çavdêriyê ava bike.” Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan jî got: “Dê li Meclisê komîsyon were avakirin û piştre jî di qanûnan de guhertin bên kirin.”    * Li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kirikkaleyê bi hinceta ku “stoka derman û xurekan tê kirin” dest danîn ser tirşiyê girtiyan. Ji girtiyan Abdullah Oral, bi vegotina çêkirina tirşî bertek nîşanî rewşê da.    * Ferîde Eralp diyar kir ku tevgerên jinan di pêvajoyên çareseriyê de xwedî mîrateyeke girîng in û got: “Em xeyala aştiyeke ku jin jî azad dibin bikin û il gorî wê bixebitin.”    * Danişîna 2’yemîn a parastvana mafên mirovan Nîmet Tanrikulu dê li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê bê lidarxistin. (09.30)   * Şandeya ku dê bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Ewropayê bê Tirkiyeyê, dê biçe serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê û DEM Partiyê. (11.00-17.30)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Meclisê di civîna koma partiya xwe de biaxive. (12.45) ZINDÎ