Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû 2025-07-01 11:35:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokatiya demkî ya welatên Ewropayê ku her 6 mehan carekê diguhere, derbasî Danîmarkayê bû.    Di navbera welatên endamên Yekitiya Ewropayê (YE) de her 6 mehan carekê bi awayekî dorveger serokatiya demkî ya yekitiyê tê kirin. Ji 1’ê Tîrmehê ve serokatî ji Polonyayê derbasî Danîmarkayê bû. Kopenhagê, dirûşma serokatiya serdemê weke “Di cîhana diguhere de Ewropayeke bihêz” diyar kir.    Serokatiya serdemê piştî 6 mehan dê di 1’ê Çileya 2026’an de dewrî Rêveberiya Rûm a Qibrisa Başûr were kirin.