Komkujiya Madimakê di sala 32’yan de ye: Edalet û hevrûbûn divê 2025-07-02 11:43:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên bi boneya sala 32’yan a Komkujiya Madimakê de hate xwestin ku ji bo edalet pêk bê divê hevrûbûn çêbibe.  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya 32’yemîn salvegera Komkujiya Madimakê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevî ku bi ser komkujiyê re 32 sal derbasbûne jî bêedaletî û bêhiqûqî didome û hewl tê dayin ku ser sûcê nefretê were girtin. Bi domdarî hate gotin ku zîhniyeta rewşenbîr û hunermend hedef girtî, di heman demê de aştî û demokrasî hedef girtiye.    BANGA HEVRÛBÛNÊ    DBP’ê destnîşan kir ku kesên êrişkaran diparêzin, yên wan xelat dikin û darazê araste dikin divê bizanin ku dê tu caran nekarin bigihijin armancên xwe. DBP’ê, got ku ew ê li dijî êrişan û her cureyên cihêkariyê her tim daxwaza hemwelatiya wekhev bikin. DBP’ê, got: “Em vî sûcvê li dijî mirovahiyê dîsa şermezar dikin û dibêjin ji bo edalet pêk were divê hevrûbûn çêbibe. Em soz didin ku dê hesaba komkujiyê were pirsîn û ji bo edalet û demokrasî were vî welatî em ê bibiryar têkoşîna xwe bidomînin. Em bejna xwe li ber hemû kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin ditewînin.”    DAXUYANIYA HDK’Ê    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî komkujî weke “şermekî giran a dîroka Tirkiyeyê” nirxand. HDK’ê, anî ziman ku her 33 rewşenbîr û hunermend li pêş çavên her kesî hatin şewitandin û qetilkirin û ev êrişeke li dijî wijdana mirovahiyê, îradeya pêkvejiyana aştiyane û demokrasiyê bû. HDK’ê, bi bîr xist ku tevî bi ser komkujiyê re 32 sal derbas bûne jî hêj faîlan hesab nedan û got: “Weke HDK’ê em careke din Komkujiya Sêwasê lanet dikin, kesên hatine qetilkirin bi rêzdarî bîr tînin û dibêjin ku dê tu caran dev ji têkoşîna edaletê benedin. Komkujiya Sêwasê, ji Roboskê heta Cizîrê, ji Pirsûsê heta Geziyê xelekeke zilm, tundî û necezakirina bi destê dewletê ye. Weke HDK’ê, ji bo hesabê vê komkujiyê bipirsin û ji bo heqîqet derkeve holê û aştiya civakî ava bikin, dê têkoşîna xwe bidomînin.”