Şîna Mûsa Kaya bi girseyî hate ziyaretkirin 2025-07-03 15:10:10 ÊLIH - Şîna ji bo endamê HPG’ê Mûsa Kaya hatiye danîn bi girseyî hate ziyaretkirin.  Endamê HPG’ê Mûsa Kaya (Bahoz Şîlan), di 12’ê Çileyê de li herêma Zapê di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Kaya, li gundê Balîka yê bajarokê Kaniya Henê yê Êlihê şîn hate danîn. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî di nav de gelek kes bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Çand û Yekitiyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER) çûn serdana şînê.    ‘JI BO RÛMETA GELÊ XWE CANÊ XWE JI DEST DA’    Dayika Aştiyê Meyaser Akdag di şînê de axivî û got ku tevî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hêj cenaze tên. Meyaser Akdagê, got: “Çi dibe bila bibe ev gel ji têkoşîna xwe paşvegavê naavêje. Di serî de malbata Kaya, serê tevahiya gelê me sax be.”    Bavê Kaya, Mehmet Alî Kaya jî got ku kurê wî ne zarokê wî lê zarokê tevahiya gelê Kurd e û ev tişt anî ziman: “Ji bo rûmet û şerefa gelê Kurd canê xwe feda kir. Bi wî serbilind û serfiraz im.”    Di dema axaftinan de gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Şîna ji bo Kaya dê 3 rojan bidome.