Koichi: Ocalan, Mandela û Che Guevarayê îroyîn e Bilongo: Meseleya sereke dê piştî çekdanînê çi bibe 2025-07-09 09:21:53 STENBOL - Parlamenterê Fransî Carlos Martens Bilongo diyar kir ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo wî girîng e û got ku mijara sereke ya pêvajoyê piştî bêçekkirina PKK'ê ye. Rojnamevanê Japonî Yasuda Koichi jî got: "Abdullah Ocalan, Nelson Mandela û Che Guevarayê îroyîn e. PKK çekên xwe datîne û ji bo avakirina civateke nû hewl dide." Şandeyeke navneteweyî ya ji 39 kesan pêkhatî ku ji welatên cuda siyasetmedar, parêzer, çalakvan û parêzvanên mafên mirovan di nav de, di 1'ê Tîrmehê de hat Stenbolê da ku serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin û "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a nû hatiye destpêkirin binirxînin. Endamên şandeya ku li bajêr têkilî danîn, dû re vegeriya welatên xwe.   Endamê Parlamentoyê yê ji Partiya La France Insoumise (LFI), Carlos Martens Bilongo û rojnamevanê Japonî Yasuda Koichi ku  di şandeyê de bûn, têkildarî mijarê Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.    ‘HEVDÎTINA BI OCALAN RE GIRÎNG E'   Carlos Martens Bilongo pêvajoya heyî wekî "pêvajiyeke dîrokî" bi nav kir û got ku ew bi pirsgirêka kurd re ji nêz ve eleqedar e. Bilongo diyar kir ku pirsgirêka kurd gelek caran li Parlamentoya Fransayê hatiye rojevê û ew bi komeleyên kurd ên li welêt re dixebite. Bilongo got: "Li navçeya min a hilbijartinê ya Seine-et-Marne û li Parîsê gelek xwepêşandan hebûn. Gelek rêxistin û komeleyên kurd bi salan e xwepêşandanana li dar dixin. Çend hefte berê, gaveke dîrokî ber bi aştiya di navbera tirk û kurdan de hat avêtin. Wekî mirovekî humanist û milîtanê çepgir ê Fransaya Nesertewandî (La France Insoumise), ji bo min girîng e ku ez bikaribim bi Abdullah Ocalan re ku bi salan e têkoşîneke siyasî dide, hevdîtinê bikim. Ji lew re Abdullah Ocalan kesekî pir girîng e."   ‘MESELEYA SEREKE PIŞTÎ ÇEKDANÎNÊ YE'   Bilongo bi bîr xist ku PKK'ê di çarçoveya pêvajoyê de biryar daye ku "xebatên xwe rawestîne" û got: "Em naveroka hevdîtinan nizanin. Mînaka herî baş ji bo vê mijarê mînaka Korsîkayê ye ji bo Fransayê. Pirsgirêka sereke li vir bêçekkirina komên çekdar e. Dema ku ev kom bêçek bibin, dê çawa vegerandina wan a nav civaka sivîl pêk were? Ev pirsgirêka sereke ye. Ez di sala 2022'yan de li Mêrdîn û Midyadê bûm. Min serdana çiyayên ku endamên PKK'ê lê ne jî kir. Ez li navenda HDP'ê ya Mêrdînê bûm. Mijara me şaredarên HDP'ê bûn. Ev partî niha DEM Partî ye. Wê demê, me li ser dûrxistina şaredaran ji aliyê desthilatê ve û tayînkirina qeyûman li şûna wan gengeşe kirin. Divê ewlehiya siyasî, ango rêzgirtina ji bo îradeya demokratîk li bajarên ku kurdan, were misogerkirin. Divê garantiyek hebe ku dema ev bajar namzetên alîgirê kurdan hilbijêrin û şaredar an parlamenter ji wezîfeyê neyên dûrxistin. Wekî ku me di mînaka birêz Demîrtaş de dît, ew bi 42 sal cezayê girtîgehê hat cezakirin."   LI JAPONYAYÊ ZIMANÊ NEFRETÊ   Rojnamevan Yasuda Koichi jî ku li ser kurdên li Japonyayê lêkolîn û hevpeyvînan dike, ragihand ku li Japonyayê nêzîkî 3 hezar kurd dijîn. Koichi ku got ku kurdên li Japonyayê rastî cudakariyê tên, diyar kir ku nûçeyên cudakar ên li dijî kurdan di rojname û televîzyonan de tên pêşkêşkirin  û zimanê nefretê li ser înternetê zêde dibe. Koichi destnîşan kir ku gotinên wekî "Divê kurd ji Japonyayê werin derxistin ji ber ku ew terorîst in" li ser înternetê belav bûne û got: "Dema ku min li ser cudakariya li dijî kurdan li Japonyayê lêkolîn dikir, min hebûna kurdên li Tirkiyeyê dît. Li Japonyayê, PKK wekî 'terorîst' tê hesibandin. Dema ku ez hatim Tirkiyeyê, min wergêrek japonî xwest, lê gava wergêrên japonî bihîstin ku ez çima hatime, ew reviyan. Mın meraq dikir ka PKK çi ye û min dixwest rasterast ji mirovên cuda bibihîzim ka Abdullah Ocalan bi rastî kî ye. Dema ku min ev dişopand, min bihîst ku pêvajoyeke aştiyê di navbera Tirkiye û PKK'ê de pêşve diçe. Ez dixwazim vê yekê ji Japonyayê re jî ragihînim."   Koichi destnîşan kir ku kurd 30 sal berê hatine Japonyayê û got: "Lêbelê, sê sal berê, kurd dest bi cudakarîyeke dijwar kirin. Ev cudakarî ji ber guhertina qanûnên koçberiyê li Japonyayê çêbû. Bi guhertinê re, hebûna kurdan di civaka japonî de derket holê. Hemû kurdên ku li Japonyayê dijîn serlêdana penaberiyê dikin. Lêbelê, Japonya kurdan wekî penaber qebûl nake. Ji ber vê yekê, kurdan daxwaza xwe ya qebûlkirina wekî penaberan ragihandin. Wan ji bo vê yekê gelek çalakî kirin. Sê sal berê, cudakariya li dijî kurdan ji nişkê ve dest pê kir. Ez cudakariyê di civaka japonî de qebûl nakim. Ji ber vê yekê, ez dixwazim vê mijarê bi berfirehî ragihînim û li her derê bînim ziman."   ELEQEYEKE WÎ YA ZÊDE JI BO OCALAN HEYE   Koichi anî ziman kir ku wî gelek ji bo Abdullah Ocalan xwendiye û gelek xebitiye û wiha domand: "Ez difikirim ku Abdullah Ocalan Nelson Mandela û Che Guevara yên îroyîn e. Ez nizanim ka PKK her tiştî rast dike yan na, lê ji bo mirovên ku li hemberî wan cudakarî heye şer bikin rast e. Ji ber vê yekê eleqeyeke min a zêde ji bo Abdullah Ocalan heye. Cudakariya ku kurd pê re rû bi rû dimînin ji bo min mijareke dijwar e. Min her tim li Japonyayê gotiye ku kurd terorîst nînin. Lêbelê, her carê jî min bertekeke xirab wergirtiye. Ez dîsa hatim Tirkiyeyê û min ji her kesî gelek tişt bihîstin. PKK, çekên xwe datîne û ji bo avakirina civateke nû hewl dide. Pêşketina pêvajoya aştiyê ne tenê dê ji bo kurdan e, di heman demê de ji bo aştiya giştî ya Rojhilata Navînê jî bibe alîkar. Ez ê biçim û van hemûyan li Japonyayê vebêjim."   MA / Melîk Çelîk