Hasan Aşa ku ji sedî 91 astengdar bû hate berdan 2025-07-10 08:24:07 ENQERE - Hasan Aşa ku ji sedî 91 astengdar bû û li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin, tehliye bû.  Hasan Aşa (57) ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncan a Enqereyê dihat ragirtin, hate berdan. Aşa, ji sedî 91 astengdar bû û yek ji girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bû. Aşa, di sala 2013’an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Aşa, piştre hate tehliyekirin lê di sala 2015’an de bi heman hincetan dîsa hate girtin. Di encama darizandinê de 13 sal û 6 meh cezayê hefsê li Aşa hate birîn. Aşa, di girtîgehên Amed, Erzirom û Enqereyê de hate ragirtin.    Aşa, di sala 2022'yan de dema înfaza cezayê xwe temam kir lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya wî 6 mehan dirêj kir. Aşa, piştî 11 salan ji Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê hate berdan.