Oral ê 30 salan girtî ma: Divê êdî dewlet gavên şênber biavêje 2025-07-11 15:26:29   AGIRÎ - Ahmet Oral ê ku 30 salan girtî ma, îmhakirina çekan a “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” nirxand û got: “Rêvebirên payebilind ên PKK’ê çekên xwe îmha kirin. Divê dewlet jî di vê astê de gav biavêje.”   Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komeke PKK’î îro bi merasîmekê çekên xwe îmha kir. Merasîma îmhakirina çekan a “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” li Tirkiye û li Kurdistanê deng veda.    ‘ÎRO ROJEKE DÎROKÎ YE’   Ahmet Oral ê ku 30 salan girtî ma, diyar kir ku ev pêvajo bi kelacanî temaşe kiriye. Oral ê ku di sala 1993’yan de hatibû girtin û di sala 2023’yan de tehliye bû, diyar kir ku merasîma şewitandina çekan a “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” bi coşeke mezin temaşe kir û ev tişt anî ziman: "Koma Aştî û Civaka Demokratîk, îro bi bangeke dîrokî dawî li çakan anî. Rojeke dîrokî ye. Ji bo têkoşîna gelê Kurd qonaxeke girîng e. Serketineke mezin e û qonaxeke serkeftinê ye.”   ‘BILA DEWLET JÎ GAVÊN CIDÎ BIAVÊJE’   Oral, destnîşan kir ku divê ji vir û şûn de dewlet jî gav biavêje û wiha pê de çû: “Divê dewlet jî êdî micidbûna xwe nîşan bide. Ji bo ev pêvajo jî nebe wek ên berê, divê gavên şênber bên avêtin. Sibe dê Serokkomar Tayyîp Erdogan daxuyaniyê bide. Em nizanin dê çi bibêje lê divê tenê di gotinê de nemîne. Divê gavên şênber bên avêtin. Rêvebirên payebilind ên PKK’ê çekên xwe îmha kirin. Divê dewlet jî di vê astê de gavan biavêje.”   Oral, bal kişand ku berpirisyariyeke mezin dikeve para gel û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di vê pêvajoyê de berpirsiyariya girîng dikeva ser milê gel. Divê gel baş xwedî li vê pêvajoyê derkeve û rêxistinbûna xwe xurt bike.”