595 hezar ciwanan bi hêviya perwerde û peydakirina kar koç kirine 2025-07-14 13:27:51   ENQERE - Li gorî lêkolîna TUÎK’ê, nifûsa ciwanan di nava Tirkiyeyê de cih diguherîne. Li gorî daneyan, di sala 2024’an de 549 hezar ciwanên temenê wan di navbera 20-24’an de koç kirin. Mezintirîn sedema koçê jî perwerde û dîtina kar e.    Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), rapora “Îstatîstîkên Koça Navxweyî” parve kir. Di raporê de hate gotin ku di sala 2024’an de li welat 2 milyon û 682 hezar û 673 kesan di navbera bajaran de koç kirine.    Li gorî daneyan, di sala 2008’an de rêjeya nifûsa di navbera bajarên Tirkiyeyê de koç kirin ji sedî 3,18, di sala 2024’an de jî ev rêjeye daket ji sedî 3.18’e. Di raporê de hate gotin ku di sala 2024’an de li welat 2 milyon û 682 hezar û 673 kesan di navbera bajaran de koç kirine. Ji vê nifûsê ji sedî 47,6 zilam û ji sedî 52,4 jî jin in.    BAJARÊN HERÎ ZÊDE KOÇBERAN DIGIRE Û JÊ KOÇ DIBE   Li gorî daneyan, bi rêjeya 395 hezar û 485 kesan herî zêde ber bi Stenbolê ve koçberî çêbûye. Di heman demê de 269 hezar û 453 kesan jî ji Stenbolê koç kirine û bajarê herî zêde koç lê çêdibe jî Stenbol e.     NIFÛSA CIWAN KOÇ DIKE   Di daneyan de hate gotin ku di sala 2024’an de 549 hezar û 43 ciwanên temenê wan di navbera 20-24’ê de koç kirine. Ji vê nifûsê ji sedî 41,9'ê zilam û ji sedî 58,1 jî jin in. Sedema sereke ya koçberiyê jî weke perwerde hate destnîşankirin. Ji ciwanên koç kirin 209 hezar û 40’an jê ji ber perwerdeyê û 84 hezar û 328'an ji bo peydakirina kar û 44 hezar û 319’an jî ji bo avahî û mercên baştir ên jiyanê koç kirine.