Behsa hevdîtina bi PJAK'ê re kir: Azadî bi yekîtiya Neteweyî gengaz e 2025-07-15 09:29:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Şêrko Heme Emîn ku di nav şandeya KNK'ê de bi rêveberên PJAK'ê re civiya, diyar kir ku armanca wan ew e ku hemû pêkhateyan ji bo yekîtiya neteweyî bînin cem hev û got: "Aştî, azadî û wekhevî tenê bi yekîtiya neteweyî pêkan e."   Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di çarçoveya hewldanên yekîtiya neteweyî de têkilî û xebatên xwe didomîne. Şandeyek ji rêveberên KNK'ê Zeynep Mûstafa, Dr. Şêrko Heme Emîn, Nesrîn Ehmed û Şoreş Xidir pêk dihat, vê dawiyê bi rêveberên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) re civiya. Di civînê de li ser xurtkirina hevkariya di navbera rêxistinên kurd û pêşxistina stratejiyeke hevpar ji bo yekîtiya neteweyî hat sekinandin.   GIRÎNGIYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ   Dr. Şêrko Heme Emîn li ser mijarên ku di civînê de hatine gengeşekirin axivî. Emîn girîngiya yekîtiya neteweyî ji bo pêşeroja kurdan destnîşan kir û got: "Me li ser pêşxistina mafên siyasî, çandî û civakî yên kurdan, pirsgirêkên ewlehiyê yên li herêmê, gefên derveyî yên ku em pê re rû bi rû dimînin û çareseriyên pirsgirêkên navxweyî sekinîn. Di gengeşeyan de stratejiya giştî ya tevgera kurd, pêkanîna hêviyên raya giştî, rêbazên tevgera bihevre, maf û azadiyên kurdan, pêşketinên siyasî yên li herêmê, stratejiyên hevbeş û hevkariya hevbeş hebûn. Ji bo me pêşketineke erênî bû ku me bi şandeya PJAK'ê re li ser gelek mijar û xalên hevpar gengeşe kir. Hevgirtin û têkoşîna hevbeş hat destnîşankirin."   Emîn ku got: "Yekîtiya neteweyî tevgera kurd xurt dike û nûnertiyeke bibandortir ji bo gelê me peyda dike," wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevgerandina bi awayekî bêrêxistin hem di warê siyasî de hem jî di warê civakî de dibe sedema qelsiyê. Dema ku em yekgirtî bin, em dikarin hem di siyaseta navxweyî de û hem jî li ser platformên navneteweyî dengekî xurttir bilind bikin. Ev di parastina mafên gelê me û bidestxistina destkeftiyên demokratîk de avantajên girîng peyda dike. Her wiha tevkariyê li aştî û aramiya herêmê jî dike."   DÊ HEVDÎTIN BIDOMIN   Emîn diyar kir ku dê civîn û têkilî di pêvajoya pêş de jî wê berdewam bikin û wiha got: "Armanca me ew e ku em bi pêkhateyên cuda yên kurd re diyalogeke domdar bidomînin û pirsgirêkan bi hev re çareser bikin. Bidestxistina yekîtiya neteweyî pêvajoyeke demdirêj e. Ji bo vê yekê, divê em bisebir, biryardar û avaker bin. Her wiha em ê di pêvajoya pêş de civîn, komên xebatê yên hevbeş û platforman ava bikin. Armanca me ya sereke ew e ku em piştrast bikin ku hemû rêxistin li gorî berjewendiyên gelê kurd bi hev re tevbigerin."   YEKÎTIYA NETEWEYÎ BIVÊNEVÊ YE   Emîn êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê bi bîr xistin û wiha domand: "Piştî şerê 12 rojan, êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê ev pêvajo bileztir kiriye. Ev pêşketin pêwîst dike ku kurd vê serdema krîtîk bi yekîtiyê derbas bikin. Ji ber vê yekê, KNK plan kir ku serdana hemû partîyên li Rojhilatê Kurdistanê bike û bicive. Di nav van partiyan de rêxistinên şoreşger, karker û pêkhateyên din ên siyasî yên çalak hebûn. Armanca civînê ew bû ku hemû partî û rêxistinên li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên hevbeş misoger bike. Armanc ew bû ku bernameyeke hevbeş ji bo pêşeroja civaka Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî di warê dîplomasîyê de, were pêşxistin û di warê hêza leşkerî û serokatiyê de hewldanên hevrêz werin kirin."   'AZADÎ BI YEKÎTIYÊ GENGAZ E'   Emîn destnîşan kir ku KNK armanc dike ku bi anîna cem hev a partiyên cuda stratejiyeke neteweyî pêş bixe û axaftina xwe wiha domand: "Di hevdîtinên bi PJAK'ê û partiyên din re de nêrîneke hevpar derket holê. Partî li hev dikin ku divê tu nakokî neguhere şer di navbera kurdan de. Ji ber vê yekê, KNK li ser bingeha vê stratejiyê xebata xwe didomîne. Armanca vê xebatê ew e ku hemû partîyên li Rojhilatê Kurdistanê di bin banekî hevpar de bicivîne û piştrast bike ku ew bi beşên dilsoz û mafparêz ên gelê me re bi hev re tevbigerin. Bi taybetî, di hevdîtinên bi PJAK'ê re de, hat destnîşankirin ku divê hemû partî bi hesteke berpirsiyariyê ya bilind werin cem hev û divê dabeşbûn werin çareserkirin. Bi vî rengî, kurd dê bikaribin wekî aktorên bihêz di guhertinên mezin ên li Rojhilata Navînê de beşdar bibin."   Emîn destnîşan kir ku hemû beşên civakê ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî berpirsiyar in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Banga me ji bo gelê me ew e ku bi yekîtî û hevgirtinê tevbigerin. Zehmetî çiqas dijwar bin jî, tenê bi yekîtî û hevgirtinê dikarin werin çareserkirin. Aştî, azadî û wekhevî tenê bi yekîtiya neteweyî gengaz e."   MA / Zeynep Dûrgût