İlayda Alkaş hat qetilkirin 2025-07-17 11:15:45   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Amedê Îlayda Alkaş a 22 salî ji aliyê C. A. ve hat qetilkirin.    Li Taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîr a Amedê Îlayda Alkaş (22) ji aliyê C. A. ve hat qetilkirin. Li gorî nûçeya JINNEWS’ê bûyer şeva 15’ê Tîrmehê pêk hat. Îlayda Alkaş dema diçû mala xwe ji aliyê C. A. ku dev ji hev berdabûn, hat kuştin.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û hat ragihandin ku hêj C. A. nehatiye girtin.