Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an 2025-07-17 11:17:28   NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Kut a Iraqê li xwaringeheke danûstendinê de şewat derket û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 61’an.    Di şewata ku li navenda danûstendinê ya li bajarê Kût ê Iraqê derketî de hejmara miriyan derket 61'an. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Hundir a Iraqê, şewat li navenda danûstendinê ya 'Hypermarket' a li bajarê Kûtê rû daye û li vê derê 61 kesan jiyana xwe ji dest dane.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piraniya miriyan ji ber dûmana asê mane û ji ber fetisînê jiyana xwe ji dest dane.    Li bajêr 3 rojan şîn hate îlankirin.