Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir 2025-08-01 12:48:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokomar Erdogan ji ber nexweşiyan cezayê Adem Kozu yê ku bi komkujiya Madimakê tê sûcdarkirin rakir.    Bi biryara Serokkomariyê ya ku di Rojnameya Fermî de hate weşandin û bi îmzeya Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, cezayê mayî yê mehkûmê Komkujiya Sêwasê Adem Kozu bi hinceta 'rewşa domdar a nexweşiyê' hate rakirin.''    Li gorî nûçeya ANKA'yê Erdogan cezayên 8 kesên din jî ji ber nexweşiyên wan rakir. Her wiha navê 8 kesên ku sûcên cûda kirine û cezayên wan hatine rakirin ev in; Alî Kapu, Mustafa Şahbudak, Mahmut Altun, Serkan Şencan, Mustafa Egmen, Suleyman Kizilkaya, Abdullah Şen, Mehmet Tunç.