Gundiyên ku ceyrana wan hate birîn rê li trafîkê re girtin 2025-08-05 09:22:42   AMED - Şêniyên gundê Barê yê navçeya Xana Axparê ku ceyrana wan hate birîn, rêya di navbera Amed-Mêrdînê de li trafîkê girtin.    Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ceyrana şêniyên gundê Barê ya navçeya Xana Axparê ya Amedê birî. Şêniyên gund birîna ceyranê protesto kirin û rêya di navbera Amed-Mêrdînê de li trafîkê re girtin. Ji ber birîna rêyê, gelek wesayît di rê de man. Welatiyan çalakiya xwe heta derengiya şevê domandin û piştre jî çalakiya xwe bi dawî kirin.