Cinayeta ku 33 sal in nehatiye ronîkirin: Kevneşopiya wî didome 2025-08-09 10:24:48 WAN/RIHA - Di ser qetilkirina nûçegihan û nivîskarê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz re 33 sal derbas bûn. Keça wî Zozan Denîzê got: "Hevrêyên bavê min kevneşopiya çapemeniya azad didomînin."  Sî û sê sal di ser qetilkirin rojnamevan û nivîskarê rojnameya Ozgur Gundemê Huseyin Denîz re derbas bûn ku di 9'ê Tebaxa 1992'yan de li navçeya Serêkaniyê a Rihayê hat qetilkirin. Denîz, biraziyê zanyar, rojnamevan û nivîskarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa), bi salan li navçeyên Sêwereg û Nisêbînê wekî mamoste xebitî. Di dema Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê de sê salan li Girtîgeha Amedê ma. Lêkolînên Deniz ên li ser ziman û folklora kurdî ku wî di van salan de dest pê kir, piştre jî berdewam kirin. Di sala 1991'ê de, pirtûka wî ya "Gotinên Pêşiyên Kurdan" ku berhevokek ji gotinên pêşiyan ên kurdî ye, hat weşandin. Nivîsên Endamê Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî (PEN) Denîz, berî rojnameya Ozgur Gundemê, di gelek rojname û kovaran de, di nav de Yenî Ulke, Cumhuriyet, 2000'e Doğru û Welat, hatin weşandin.   Denîz ku dema rojnameya Ozgur Gundem di 31'ê Gulana 1992'yan de dest bi weşanê kir, bû nûçegihanê Serêkaniyê yê rojnameyê û ji bo quncika forûmê ya rojnameyê jî nivîsand. Di 9'ê Tebaxa 1992'yan de, di êrişeke çekdarî de li kolaneke navçeyê bi giranî birîndar bû. Piştî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê hat dermankirin, bi hewldanên malbatê ew birin Amedê. Lêbelê, Denîz ku di 10'ê Tebaxê de ber bi Amedê ve hat şandin, berî ku bigihêje bajêr, di rê de jiyana xwe ji dest da.   JI APÊ MÛSA JI BO HUSEYÎN DENÎZ   Piştî qetilkirin Denîz, apê wî û hevkarê wî, Apê Mûsa, di nivîsa xwe ya di rojnameya Ozgur Gundemê de ya di 13'ê Tebaxa 1992'yan de wiha nivîsand: "Erê, Huseyînê min ê delal miriye, lê dewlet, îşkencekar, cerdevanên bêrûmet û kontrgerîlayên kirêgirtî yên ku li kêleka wan sekinîn û li kuştina Huseyîn temaşe kirin, miriyên xwe dikin şehîd. Bila lanet li wan be, wan zilaman şehîdên pîroz rezîl kirin. Ji ber vê yekê min got 'mirî' da ku Huseyîn neyê tawanbarkirin. Bi rastî, Huseyînê me ne kêmtirî ji şehîdê Kerbelayê, Huseyîn e. Kurê min Huseyîn, ez nikarim bêjim 'tu miriyî'. Mirina te ewqas giran tê ji bo min, ku eger ez bibêjim 'mirî', wê wekî ku min tu kuştibe hîs bikim. Lê xemgîn nebe kurê min, 'Ez xalê te me'. Heta ku ez sax bim, ez ê li şûna te binivîsim. Ger ew min bikujin, ez ê dîsa bi te re bibim yek û ew dê ya herî xweş be."   Apê Mûsa, 38 roj piştî nivîsandina vê gotarê (20'ê Îlona 1992'yan) li Amedê ku ew ji bo beşdarbûna Festîvala Çand û Hunerê hatibû, ji aliyê JITEM'ê ve hat qetilkirin. Wekî di kuştinên din ên "kiryar nediyar" de, hem kujerên Anter û hem jî yên Denîz nehatin eşkerekirin. Çeka ku di kuştinê de hat bikaranîn, di sala 1994'an de li ser endamê Hîzbûllahê Mehmet Şah Bakir hat girtin. Hat tespîtkirin ku çeka bi marka Makarov, di qetilkirina 12 kesên cuda de hatiye bikaranîn. Bakir ku ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Hejmar 4 (DGM) ya Amedê ve hat darizandin, ji kuştinan berpirsiyar hat dîtin û cezayê hepsa heta hetayê lê hate birîn. Cezayê muebbetê yê bersûc, yê di sala 2001'ê de lê hat birîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve di 2'yê Tîrmeha 2002'yan de hat xerakirin. Di darizandina ji nû ve de, Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku li şûna DGM'yan ve hat avakirin, di 2'yê Mijdara 2004'an de Bakir serbest berda. Her çend Bakir piştî wê dîrokê "winda bû" jî, dadgehê der barê dozê de fermana "lêgerîna daîmî" da.   Hevjîna Huseyin Deniz, Adile Denizê û keça wî Zozan Denîz, serpêhatî û bîranînên xwe parve kirin.   'DIL DA TÊKOŞÎNÊ'   Adile Denîz da zanîn ku ew di sala 1985'an de bi Huseyin Denîz re zewicî ye û got: "Em heşt salan zewicî man. Ew zilamekî bêhempa û xweşik bû. Bi rastî jî tu peyv tune ku ez wî wekî mirovekî bi nav bikim. Ew zilamekî pir baş û dilovan bû. Ew welatparêz bû. Ew ji bo vê têkoşînê dilsoz bû. Wî tevahiya jiyana xwe ji bo nivîsandina xwe terxan kir. Wî dixwest ku mirov fêr bibin, bixwînin, binivîsin. Dewletê ew kir hedef û kuşt ji ber ku ji qelema wî ditirsiya. Sî û sê sal derbas bûn, lê sûcdar nehatiye dîtin. Wî aştî û rojên baş dixwest. Lê ew negihîştin van rojên baş. Ne ew, ne jî apê min Mûsa (Apê Mûsa), ne jî hemû şehîdên din ên Çapemeniya Azad van rojan nedîtin."   Adîle Denîzê behsa pêvajoya çareserkirina pirsgirêka kurd kir û diyar kir ku kesên ku hezkiriyên xwe di kuştinên "kiryar nedîyar" de winda kirine, bi hêvî li pêvajoyê dinêrin. Adîle Denîzê hêviya xwe ya ku pêvajo ber bi aştiyeke rastîn ve biçe bilêv kir û got: "Em êdî naxwazin mirovên me bimirin. Em dixwazin rojên xirab ji bîr bikin û çavên xwe ji bo rojên baştir vekin. Em dixwazin girtiyên me serbest bên berdan. Vî gelî gelek êş kişandiye. Em dixwazin rojên bi edalet û aştiyeke birûmet hem ji bo kurdan û hem jî ji bo tirkan bên. Divê êdî kes negirî û zarok bêbav nemînin."   ‘JI NIVÎSANDINÊ PIR HEZ DIKIR'   Zozan Denîzê jî bi bîr xist ku bavê wê li gelek deverên Kurdistanê mamostetî kiriye û di dema darbeya leşkerî ya 1980'an de hatiye girtin. Zozan Denîzê rave kir ku bavê wê piştî ji girtîgehê derketiye ji mamostetiyê hatiye dûrxistin. Zozan Denîzê got: "Piştî vê serdemê, bavê min dest bi nivîsandina ji bo rojnameya Ozgur Gundemê kir. Wî cara yekem di 20 saliya xwe de dest bi nivîsandinê kir. Wî ji nivîsandinê hez dikir. Rojek berî ku di 10'ê Tebaxa 1992'yan de beşdarî nobedariya li Ozgur Gundemê bibe, ew hat gulebarankirin. Di wê serdema tarî de, dema ku kuştinên 'kiryar nediyera' zêde bûn, ew û hevalên xwe beşdarî vê têkoşînê bûn. Wî di wê serdema dijwar de rêya xwe domand, erka xwe bi cih anî. Lê hêzên tarî destûr nedan û ew şehîd kirin."   KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA AZAD DIDOME   Zozan Denîzê diyar kir ku wan ji bo bicîhanîna edaletê gelekî li ber xwe daye û got ku lê tu encam bi dest nexistine. Zozan Denîzê diyar kir ku ser cinayetê hatiye nixumandin û wiha domand: "Heta şahidên bûyerê jî nehatin guhdarîkirin. Dosye di salên 2000'î de ji nû ve hat vekirin, lê gumanbarê ku bi awayekî girtî dihat darizandin, hat berdan. Me serî li gelek cihan da, lê nehat zelalkirin. Lê hevalên wî kevneşopiya Çapemeniya Azad didomînin. Hevalên wî li ser şopa wî berdewam dikin. Her ku ew behsa bavê min dikin, em bihêz dibin. Rêya ku ew meşiya her gav ronahiyek bû. Her çend ne bi qasî ya wî be jî, me jî ji cîhekî di nava vê têkoşînê de cih girt. Min jî dest bi nivîsandinê kir. Em bi wî bihêztir dimeşin. Çapemeniya Azad her gav hêviyên me xurt û geş kiriye. Heta ku em sax bin, em ê rêya ku wî ji bo me vekiriye bişopînin. Em ê pênûsa wî tevî hevrêyên wî hilgirin û bimeşin."   MA / Ceylan Şahînlî – Ozlem Yacan