32 sal di ser komkujiyê re derbas bûn: Dixwestin sûc têxin stuyê PKK'ê 2025-08-13 09:20:45 QERS - Zahir Serbest ku di Komkujiya Dîgorê de bi birîndarî 17 rojan hat îşkencekirin û paşê hat girtin, got: "Dewlet û dadgeh her tim dixwestin sûc bixin stûyê PKK'ê, lê me hemûyan polîsên ku gule li me reşandin nas dikir."   Di 14'ê Tebaxa 1993'an de, niştecihên zêdetirî 20 gundên navçeya Dîgor a Qersê ku dixwestin li dijî ferzkirina cerdevaniyê, ambargoya xwarinê, serdegirtinên malan, binçavkirin û îşkenceyê ber bi navenda navçeyê ve bimeşin, rastî astengiyên cendermeyan hatin. Dema ku niştecihên zêdetirî 20 gundan ji ber astengiyên cendermeyan xwestin vegerin gundên xwe, zêdetirî 3 hezar kes 2 kîlometre beriya navçeya Dîgorê hatin rawestandin û bêyî hişyariyek ji hêla polîsên tevgera taybet ve hatin gulebarankirin. Di êrişê de 17 kes ku 6 ji wan zarok bûn, hatin kuştin; zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn. Gulcan (8), Zeynep (19), Selvi (14), Hasan Çagdavul (43); Yeter Kerenciler (13), Necla Geçer (14), Zarîfe Boylu (15), Erdal Bugan (17), Hacer Hacîoglu (20), Suna Çidemal (21), Fatma Parlak (22), Faruk Aydin (27), Cemîl Ozvariş (39), Giyasettin Çalişçı (41), Suleyman Taş (47), Fahrettîn Orun (80) û Tûtiye Talan (66) jiyana xwe ji dest dan.   Der barê heşt polîsên tevgera taybet de, bi sûcdariya "kuştina biqesdî" û "hewldana kuştina biqesdî" doz hat vekirin. Polîs bi hinceta "xweparastinê" hatin beraetkirin. Piştî qedandina rêyên hiqûqî yên navxweyî, heft ji malbatan bi hinceta "binpêkirina mafê jiyanê", "nebûna lêpirsînek bibandor" û "darizandinên dirêj" serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan ku DMME'yê di dawiyê de Turkiyeyê mehkûmî tazmînatê kir.      Zahir Serbest (64) ku di dema komkujiyê de 32 salî bû,û di komkujiyê de ji li lingê xwe de birîndar bûbû, bi birîndarî hatibû binçavkirin û girtin. Serbest behsa wan rojan kir.    Serbest behsa zilm û zordariya dewletê ya wê demê kir û got: "Dewletê gelek zext li ser gel dikir. Bi taybetî di mijarên olî de zext dikirin. Digotin, 'Hûn ne misilman in.' Ew li ber çavan kal û pîran tazî dikirin û li wan dixistin. Ew îşkence li mêran, bi taybetî jinan, dikirin. Me dixwest em bi meşekê berteka xwe ya li hember vê zilmê nîşan bidin. Em di 14'ê Tebaxê de meşiyan. Destpêka meşê gundê her kesî bû. Her kes ji gundê xwe beşdar bû. Me meşa xwe li xaçerêya rêyên gundên Kanîya Yaşar, Kirîya Nexşa, Cemaldîna û Retka domand. Bîst û pênc heta bîst û heft gund li vê derê kom bûn. Me li vir govend gerand û paşê em meşiyan. Armanca me ew bû ku em biçin avahiya Qeymeqamtiya Dîgorê û berteka xwe nîşan bidin. Lê gava em gihîştin deriyê Dîgorê, hêzên taybet dest bi gulebaranê kirin."   'LI BER ÇAVÊN ME BIRÎNDAR QETIL KIRIN'     Serbest diyar kir ku li ser rêya ku ew ji bo derdê xwe bêjin û çareyekê bibînin rastî gulebaranê hatine û got: "Dema ku dengê yekem ê çekan hat, me guman kir ku ew guleyên lastîkî bi kar tînin da ku girseyê belav bikin. Piştre, dema ku hevalên me yek bi yek ketin, me fêm kir ku ew guleyên rastîn in. Ji nişkê ve, rewş veguherî roja mehşerê. Dema ku polîsên tevgera taybet pêşî gule berdan, sê kes hatin kuştin, lê gelek kes jî birîndar bûn. Piştre, ev polîsên tevgera taybet ketin nav birîndaran û li ber çavên me gule li hevalên me yên birîndar reşandin û ew qetil kirin. Di vê meşê de ez jî ji lingê xwe birîndar bûm. Polîsên tevgera taybet bi M16'an her tim diçûn û dihatin. Wan dixwest min jî bikujin. Jîpa qeymeqamê navçeyê hat û li ber me sekinî. Qeymeqamê navçeyê nehişt ku ew min bikujin. Wan sê birîndar birin, me birin Nexweşxaneya Dîgorê. Diviyabû em ji Nexweşxaneya Dîgorê bihatana veguhastin ji bo Erziromê. Wê demê, ajokarê ambulansê ji ber ku wî me bêyî talîmatên leşkeran bir, ji karê xwe hat avêtin."   Serbest bilêv kir ku ew di navbera 15'ê Tebaxê û 23'yê Îlonê de dihat dermankirin û got: "Wan platîn xist lingê min û ez berdam. Ez anîm malê û dema ku ez hîn jî li ser nivînan bûm, ew hatin û min li malê girtin û birin baregeha leşkerî. Li Alayê 17 rojan îşkence li min kirin. Piştre min girtin û şandin Girtîgeha Erziromê. Ez 18 mehan li wir mam. Di dawiya 18 mehan de, ez berdam."   'DEWLETÊ DIXWEST SÛC TÊXE STUYÊ PKK'Ê'     Serbest destnîşan kir ku wî doz li dijî dewletê vekiriye û got: "Li dadgehê, hem serokê dadgehê û hem jî dozgerê dadgehê digotin ku bûyer ji hêla PKK'ê ve hatiye kirin. Her çend min ji wan re got ku 9 polîsên tevgera taybet ên ku komkujî kirine gule li me reşandine û navên wan û çekên ku wan bikar anîne hene jî, dadgehê israr kir ku PKK'ê kiriye. Yanî dewletê hewl dida ku PKK'ê ji ber komkujiya li wir sûcdar bike. Lêbelê, em tewra navên tîmên tevgera taybet ên ku gule li me reşandine jî dizanin. Em dizanin ku wan kîjan çek bi kar anîne. Bi rastî, fermandarê bolukê yê wê demê hat û ji me re got, 'Ev ên Wezareta Karên Hundir in, ne yên me ne. Wan ferman wergirtiye û dê komkujiyekê bikin. Leşker dê gule li we nebarînin, lê tevgera taybet dê gule li we bireşîne. Ev ne girêdayî me ne.' Me di doza xwe de israr kir û ew bir DMME'yê. Doza me, rehmetî Tahir Elçî bi rê ve dibir. Rojekê Tahir Elçî got ku 'Maseya Lihevhatinê ya Tirkiyeyê' dixwaze bi me re biaxive. Lê me dixwest ku hemû cîhan bibîne ku li Dîgorê komkujiyek hatiye kirin. Divê her kes bizanibe ku jin, kal û pîr û zarok hatine qirkirin. DMME'yê jî Turkiyeyê mehkûm kir."   Serbest diyar kir ku dewlet bi awayekî nijadperest êrişî gel kiriye û ew kuştine û got: "Ger li Tirkiyeyê maf, hiqûq û edalet hebûya, pirsgirêk çênedibûn. Ger dewlet nijadperestiya xwe bihelîne û fêm bike ku kesên ku ew wekî qehreman dibîne kujer in, dê pirsgirêkên wiha dernekevin holê."   MA / Omer Akin