‘Divê civaka sivîl ji bo cîvakîkirina pêvajoyê bixebite' 2025-08-14 09:01:44 AMED - Lêkolîner Rûken Ay Adin diyar kir ku civakîbûna aştiyê bi pêşveçûna zelal a pêvajoyê û jiholêrakirina nezelaliyan ve girêdayî ye û got ku divê civaka sivîl bêyî li benda bangekê be rasterast beşdarî komîsyonê bibe.  Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de, PKK'ê di 5-7'ê Gulanê de 12'emîn kongreya xwe li dar xist û biryar da ku têkoşîna çekdarî bi dawî bike. Piştre, komeke gerîla ya ji 30 kesan pêkhatî, bi serokatiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Bese Hozat, di 11'ê Tîrmehê de çekên wan şewitandin. Endama Kolektîfa Lêkolînê ya DEMOS'ê lêkolîner Ruken Ay Adin ku beşdarî merasîmê bû, li ser pêvajoyê axivî.      Rûken Ay Adinê behsa bûyerên piştî tunekirina çekan kir û avakirina "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" li meclisê ji bo çareserkirina vê pêvajoyê bi bîr xist. Rûken Ay Adinê bal kişand ser girîngiya hebûna nûnerên ji gelk partiyên siyasî di komîsyonê de û diyar kir ku nebûna wekheviyê di navbera endamên jin û mêr de pirsan derdixîne holê. Rûken Ay Adinê destnîşan kir ku ji bo misogerkirina beşdariya jinan û tevlêbûna mezintir di nav komîsyonê de pêdivî bi nîqaşên bêtir heye û got: "Em dizanin ku ev pêvajo dirêj û dijwar e û wekî ku aktoran bi xwe jî diyar kiriye, ew civakîbûnê hewce dike."   Rûken Ay Adinê diyar kir ku gel ji ber pratîkên pêvajoya berê dudil e û got: "Gava pêvajo li ser bingeheke qanûnî neçe, hestek bêewlehiyê diafirîne." Rûken Ay Adinê bi bîr xist ku komîsyon bi însiyatîfa Serokatiya Meclisê hatiye damezrandin û got ku nebûna bingeheke qanûnî ji ber kiryarên berê rasterast bandorê li ser dema niha dike. Rûken Ay Adinê bilêv kir ku pêwîstiya tevlîbûna hemû civaka sivîl di komîsyonê de heye û wiha domand: "Divê em bi rêya endamên komîsyonê rasterast bigihîjin gel, arşîvên xwe, tiştên ku me heta niha di hewldanên xwe yên aştiyê de dîtine, ezmûnên cîhanî û tiştên ku gelê Tirkiyeyê dikare rasterast ji van ezmûnan fêr bibe parve bikin."    Rûken Ay Adinê anî ziman ku girîngiya civaka sivîl wekî aktorên girîng heye û got ku divê beşdariya rasterast di komîsyonê de bêyî ku li benda vexwendinekê bimînin were misogerkirin.