Îşçî ku ji bo komîsyonê hat vexwendin: Heke li Ocalan guhdarî nekin dê pêvajo temam nebe 2025-08-14 11:32:29 ENQERE - Dr. Osman Îşçî ku ji bo komîsyona li Meclisê hatiye avakirin hat vexwendin, diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê şert e ku li Abdullah Ocalan were guhdarîkirin û got: “Komîsyona li Efrîqaya Başûr hatiye avakirin jî bêyî hevdîtina bi Nelson Mandela re nekarî pêvajoyê temam bike.”    Xebatên “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirin, didomin. Komîsyonê, civîna xwe ya ewilî di 5’ê Tebaxê de li dar xist û heta niha 3 caran civiyaye. Civîna 4’emîn jî dê di 19-20’ê Tebaxê de bê lidarxistin. Di vê civînê de komîsyon dê li Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), komeleyên xizmên leşker û polîsên jiyana xwe ji dest dane û Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînûr Ozdemîr Goktaşê guhdarî bike.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya geşedanan de ji bo lê were guhdarîkirin lîsteyeke gelek sazî, înîsiyatîf û kes tê de cih digirin  pêşkeşî serokatiya komîsyonê kir. Yek ji kesên di vê lîsteyê de cih digire jî Endamê Konseya Navendî ya Rêxistina Li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanê (OMCT) Dr. Osman Îşçî ye. Îşçî, têkildarî komîsyonê axivî.    Îşçî, diyar kir ku cewhera mafên mirovan aştî ye û salên dirêj e bi rêxistinên mafên mirovan re bi koordînasyoneke baş dixebitin. Îşçî, da zanîn ku weke OMCT’ê ew tevî rêxistinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, binpêkirinên mafan dikin belge û ji bo pêşîlêgirtina van binpêkirinan di nava hewldanan de ne.    Îşçî, got ku demekî dirêj e hem şahidiya şerê li Tirkiyeyê dikin hem jî van pêvajoyan dikin belge û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê li ser sedemên esasî yên pirsgirêka Kurd biaxivin. Tirkiye, salên dirêj e tenê bi nêrîna ‘ewlehiyê’ li pirsgirêka Kurd dinêre. Vê jî di van 40 salên şer de rê li ber gelek binpêkirinên mafan ên cidî û pevçûnan vekir. Lewma jî em pêvajoya aştiyê ji nêz ve dişopînin û ji bo jê re sûdewer bin tişta ji dest tê dikin.”    'AŞTÎ DI ROJEVA RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN DE YE’    Bi domdarî Îşçî bi lêv kir ku ew serdemên şer û aştiyan ji nêz ve dişopînin û wiha axivî: “Weke rêxistinên mafên mirovan, piştî biryara PKK’ê ya agirbestê ji bo ev veguhere aştiyeke rast me gelek hewl da. Beriya Devlet Bahçelî di 1’ê Cotmehê de silavê bide DEM Partiyiyan jî me her tim qala pêdiviya bi aştiyê dikir. Aştî, rojeva sereke ya parastvanên mafên mirovan e. Rêxistinên mafên mirovan ên Tirkiye û cîhanê piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Vê pêvajoyê bi baldarî dişopînin. Me banga Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de jî ji nêz ve şopand. Ev ne tenê di rojeva me de bû lê di ya parastvanên mafên mirovan a NY’ê û raportorên taybet de jî bû. Jixwe di 11’ê Nîsana 2025’an de bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ragihandin û gotin pêdivî bi aştiyeke mayinde heye.”    'PIRSGIRÊKA KURD BANDORÊ LI HEMÛ DERDORÊN CIVAKÎ DIKE’    Îşçî, anî ziman ku pêvajoya heta avakirina komîsyonê bêyî pirsgirêkek were jiyîn domiyaye û got: “Ji bilî Partiya Îyiyê hemû partiyên siyasî tev li komîsyonê bûn. Ev gavekî girîng e. Ev, nîşaneya nêzikatiyeke piralî ya têkildarî meseleya Kurd û pirsgirêk û binpêkirinên ji ber vê meseleyê derketine holê ye. Ji ber ku di esasê xwe de binpêkirin û pirsgirêkên ji ber pevçûnan, hemû derdorên civakê eleqedar dike. Ev meseleye ne tenê Kurdan an jî aliyên şer dikin eleqedar dike. Aliyekî vê meseleyê yê aborî, mafên mirovan, zayenda civakî, hawirdor û hêj gelek aliyên din hene.”    ‘DIVÊ KOMÎSYON ALIYAN GUHDAR BIKE’   Îşçî bal kişand ser rola komîsyonê û wiha axivî: “Eger em weke tevgera mafên mirovan bala xwe bidin vê pêvajoyê, di vê pêvajoyê de em dikarin hinekî tevkariyê li xebatên mafên mirovan bikin û bale bikişînin ser mafên mirovan. Heman tişt ji bo derdorên din jî derbasdar e. Bêguman di vê xalê de divê komîsyon jî xwedî perspektîfekê be û dema ku li ser esasê mafperweriyê kar dike divê guh bide aliyên peywendîdar. Divê pêvajo şefaf be û kesên din jî tevli bike, hemû kes ji pencereya xwe, ji perspektîfa xwe ve tevkariyê bike. Armanca me ew e ku aştî mayînde mayînde û civakî be.”   ‘DIVÊ KOMÎSYON ABDULLAH OCALAN GUHDAR BIKE’   Îşçî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mûxatabê bingehîn ê vê pêvajoyê ye û divê ji aliyê komîsyonê ve bê guhdarkirin û wiha got: "Ji hevdîtina komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan tiştek pir xwezayî ye. Ji ber ku ew aliyekî mijarê ye. Dema em behsa tevlêkirina xebatên komîsyonê dikin, pêwîst e bi muxatabê destpêkê re hevdîtin bê kirin. Ev tenê ne ji bo Tirkiyeyê ye. Komîsyona ku li Afrîkaya Başûr ku me salên berê şopand jî bêyî ku bi Nelson Mandela re hevdîtinê bike nekarî pêvajoyê temam bike. Li deverên din ên cîhanê, ji xwe tiştekî xwezayî ye ku partiyên bi nakok an jî yên tevlî mijarê bûne bişêwirin, bên nîqaşkirin û tevkariyê li pêvajoyê bikin."   ‘BÊYÎ OCALAN DÊ NÎVÇO BIMÎNE’   Îşcî diyar kir ku ger Abdullah Ocalan neyê guhdarkirin dê pêvajo nîvço bimîne û wiha got: “Em dizanin ku Abdullah Ocalan ji sala 1999’an vir ve li Îmraliyê tê tecrîdkirin û ji ber tecrîda mutleq nikare mafên xwe yê girtîbûnê bi kar bîne. Lê em dizanin ku ew girtiyek ji rêzê nîn e, ji bo çareseriya pirsgirêkê xwedî îrade ye û divê bi wî re hevdîtin bê kirin. Ji bo pêşî li pêvajoyê were vekirin ev pêwîstiyek e. Di çarçoveya mafên mirovan de dikare hevdîtin pêk were û em tişte rast e û em piştgiriyê didin vê hevdîtinê.”   Di heman demê de Îşçî yek ji kesê ku ji aliyê DEM Partiyê ve ji bo guhdarkirinê hatiye vexwendin e û Îşçî got ku piştî vexwendinê dest bi amadekariyan kiriye û wiha got: "Ji bilî xebatên min ên li Komeleya Mafên Mirovan a li Tirkiyeyê, ez li derveyî welat jî di nava saziyên mafên mirovan ên navneteweyî de çalak im. Rêxistina Li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanê li zêdetirî 100 welatan nûnertiya 200 saziyên mafên mirovan dike. Em li pênc parzemînan rêxistinbûyînek mafên mirovan ne. Em li Latîn Amerîka, Ewropa, Afrîka, Asya û Rojhilata Navîn bi rêxistin in. Di tecrubeyên xwe yên li van her pênc herêman de, me di binpêkirina mafên mirovan a bi pevçûnan û çareserkirina pevçûnan da alîkariyên xwe peşkeş kir. Ji ber vê yekê, dema ku komîteyê bang kir, ez plan dikim ku bi amadekirina lêkolînekê li ser rola ku rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û pêvajoyeke li ser bingeha mafan dikare ji bo çareseriyeke mayînde bibe, amadekariyan dikim. Ez li Bakurê Îrlandayê li zanîngehê xebatên akademik dikim. Min li ser vê mijarê doktoraya xwe qedandibû. Eger firsendeke bi vî rengî hebe, em jî dikarin di vî warî de tevkariyê bikin.”   Îşçî herî dawî got ku divê komîsyona ku li Meclisê hatiye avakirin qanûnî bibe û qanûnîbûna pêvajoya aştiyê tiştek xwezayî ye û dê bêhtir encamgir be.   MA / Melîk Varol