Nûnerê Taybet ê NY’ê : Ji bo Sûriyeyê nexşerêyeke berfireh pêwîst e 2025-08-22 11:21:14   NAVENDA NÛÇEYAN –  Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriyeyê Geir Pedersen, diyar kir ku li Sûriyeyê veguhestina siyasî hêj di xetereyê de ye û nexşerêyeke siyasî ya berfireh û şefaf pêwîst e.   Di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) de Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriyeyê Geir Pedersen, di civîna têkildarî geşedanên Sûriyeyê de axivî û diyar kir li welat pevçûnên leşkerî û agirbesta bi rageş didome. Pedersen, da zanîn ku pêvajoya veguhestina siyasî hêj xetreyê de ye û divê guftûgo bên destpêkirin.   AGIRBEST LI BER TÊKÇÛNÊ YE   Pedersen, bal kişand ser pevçûnên meha Tîrmehê û ev tişt got: “Li gundewarên Siwêdayê hêj dijmiatiya bi xeter didome. Îxtimala pevçûnê heye.”   LIHEVKIRINA ŞAM Û QSD’Ê   Pedersen, qala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeye kir û ragihand ku di cihbicikirina lihevkirina 10’ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Şamê de hinek astengî derketine û wiha pê de çû: “Di aliyê siyasî de welat pir hesas e. Veguhestin hêj di xetereyê de ye.”   Perdersen, destnîşan kir ku bi sererastkirinên demkî ve çareseriya siyasî pêk nayê û wiha dirêjî da axafrina xwe: “Divê gelên Sûriyeyê bizanibe ku ev bi saziyên demkî ve sînordar namîne û dê di çarçoveya biryara hejmar 2254 a NY’ê ve pêşerojeke pirreng bê avakirin.”     16 MILYON MIROV LI BENDA ALIKARIYÊ NE   Koordînatorê Alîkariya Rewşa Lezgîn a NY’ê Tom Flercher, di civînê de axivî û diyar kir ku li seranserê welat 26 milyon kes hewceyê alîkariyê nê. Fletcher, got li Siwêdayê, Dera û li gundewarên Şamê ji 185 hezarî zêdetir mirov ji warên xwe hatine koçkirin.    Fletcher, ev tiş got: “Rewşa giştî xeternak e. Xizmetên bingehîn ên wek xwarin, tenduristî, av, sotemenî û perwerde di xetereyeke mezin de ye. Li hinek herêman hejmara mirovan ji ya niştecihên wir derbas kir. Xizmet têr nakin.”