Li Qoserê qeza çêbû: Kesekî mir, 9 kes jî birîndar bûn 2025-08-27 10:56:53   MÊRDÎN - Li Qoserê otobusa nava bajar û TIR’ek li hev qelibîn. Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.    Li nêzî Taxa Sanayiyê ya Qoser a Mêrdînê otobusa nava bajar û TIR’ek li hev qelibîn. Piştî agahdarkirina welatiyan, komên tenduristiyê û yên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Rêwiyên di otobusa nava bajar de birîndar bûn. Ajokarê otobusê ku asê bûbû, ji aliyê komên agirkujiyê ve hate derxistin. Bi giştî 10 welatiyên birîndar sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hatin kirin. Ji birîndaran A.T. ê 65 salî tevî mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.    Der heqê qezayê de lêpirsîn hate destpêkirin.