Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin 2025-09-05 09:08:16   AMED - MKG û DFG'ê dê 6'ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad bi çalakiyeke rengîn pêşwazî bike. Endama Lijneya Rêveberi a MKG'ê Arjîn Dîlek Oncel û Hevseroka DFG'ê Kesîra Onelê banga beşdariya li çalakiya ku dê hunermend Kasim Taşdogan derkeve ser dikê, kirin.    6'ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad ku par ji aliyê xebatkarên Çapemeniya Azad ve hat îlankirin, salek li dû xwe hişt. Dê di çarçoveya Roja Çapemeniya Azad a îsal de, bi dirûşma "Çapemeniya Azad, Civaka Demokratîk" çalakî bên lidarxistin. Di çarçoveya rojê de dê bi pêşengiya Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), sibê li Qonaxa Cemîl Paşa saet di 19.30'yî de bi beşdariya hunermend Kasim Taşdogan çalakiyek bê lidarxistin.    Endama Lijneya Rêveber a MKG'ê Arjîn Dîlek Oncelê anî ziman ku çapemenî îro ro bi gelek êrişan re rû bi rû ye û bibîr xist ku li gor rapora MKG'ê 5 rojnamevanên jin û li gor rapora DFG'ê jî 33 rojnamevan hê jî girtî ne. Arjîn Dîlek Oncelê bilêv kir ku di pêvajoyeke ku li ser aştiyê tê nîqaşkirin de dîmenek bi vî rengî cihê şermê ye. Arjîn Dîlek Oncelê destnîşan kir ku divê demildest rojnamevan bên berdan û got: "Madem em dibêjin aştî û vê pêvajoyê nîqaş dikin, divê em behsa edalet û demokrasiyê jî bikin. Ji vê pêvajoyê bendewariya me êdî azadiya fikr û ramanê û rakirina zextên li ser rojnamevanan e."    ZIMANÊ AŞTIYÊ   Arjîn Dîlek Oncelê, bal kişand ser pêvajoya piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û got ku ew rojnamevanên ku rojnamevaniyê aştiyê dikin dizanin dê çawa tevbigerin û bi kelecan pêvajoyê dişopînin. Arjîn Dîlek Oncelê got: "Lê li aliyê din gava em li zimanê çapemeniyê mêze dikin, em dibînin ku hê jî agir gur dikin û zimanê nefretê bi kar tînin. Çapemeniya Azad bi salan e berpirsiyariya xwe bi cih tîne û dê di vê pêvajoyê de jî bike. Wê zimanê aştiyê bidomîne. Lê divê gavên rasteqîn û jidil bên avêtin."   Arjîn Dîlek Oncelê da zanîn ku dê bi çalakiya ku di 6'ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad de li dar bixin hem hevalên wan ên hatine qetilkirin bibîr bînin hem jî piştevaniya ji bo kedkarên Çapemeniya Azad ên li qadê dixebitin bidin der.    'ÇAPEMENIYA AZAD XURTTIR BÛYE'   Hevseroka DFG'ê Kesîra Onelê jî anî ziman ku Çapemeniya Azad rastiyê li hemû civakê belav dike û bibîr xist ku desthilat her tim kedkarên Çapemeniya Azad hedef digire. Kesîra Onelê destnîşan kir ku kedkarên Çapemeniya Azad tevî hemû êrişan jî bihêz e û got ku Çapemeniya Azad her tim li dû heqîqetê dimeşe.    Kesîra Onelê destnîşan kir ku ji bo berbiçavkirina têkoşîna kedkarên Çapemeniya Azad, 6'ê Îlonê wekî Roja Çapemeniya Azad îlan kirine û got: "Me vê rojê diyarî hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane kir. Ji lew re em bi mîrareta wan hatine roja îro. Ji ebr hindê em dixwazin mîrateya wan bilind bikin û berbiçav bikin."     BANGAWAZÎ   Kesîra Onelê ji bo beşdariya konsera ku dê sibê li dar bixin bang kir û got: "Em li benda beşdariyeke xurt in. Ji lew re divê em dengê Çapemeniya Azad bihêz ragihînin."    MA / Rûkiye Payiz Adiguzel