Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze? 2025-09-08 09:05:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye, di demên dawî de hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke aliyê “li çareseriyê nayê” nîşan dide, gefan lê dixwe û dixwaze daxilî qadê bibe. Derket holê ku Tirkiyeyê ji bo kûrkirina şerê navxweyî, hewl daye Durziyan bi hev bide şerkirin.    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Tevî vê bangê jî heta niha dewlet û îktîdarê tu gavek neavêtine. Serokê Giştî yê MHP’ê di 1’ê Cotmeha 2024’an de li Meclisê silav dabû wekîlên DEM Partiyê û ji bo pêvajoyê gava ewil avêtibû. Lê gefên Bahçelî yên di demên dawî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe, serê her kesî tevlihev dike. Piştî van gefan, Bahçelî bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê, bala her kesî dîsa li ser Sûriyeyê bû.    GEFÊN BAHÇELÎ   Bahçelî, di daxuyaniya xwe de got ku hêj tam zelal nebûye ka PKK’î qedeme bi qedeme tev li HSD/YPG’ê bûne yan na. Bahçelî, îdia kir ku banga Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de ji bo hemû pêkhateyên rêxistinê derbasdar e û got: “HSD/YPG jî dikevin ber vê bangê... Dewleta terorê Îsraîl ji bo dabeşkirin û parçekirina Sûriyeyê hewl dide û wisa xuya dike ku HSD/YPG jî di bin bandora wê de ne.” Bahçelî, her wiha gef xwar û got heke encam li gorî daxwaza wan çênebe ew ê operasyona leşkerî li dar bixin.    RASTIYÊN LI QADÊ   Di serî de Bahçelî û Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan her çend rayedarên dewletê bi hedefgirtina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibêjin qaşo yekitiya Sûriyeyê diparêzin û dixwazin şer bi dawî bibe jî, rastiya li qadê berevajî vê ye. Xuya dibe ku Tirkiye hewl dide şerê navxweyî gurtir bike.    TIRKIYE NE ÇARESERÎ LÊ ASTENGÎ YE   Tirkiye, her carê mitabeqeta di 10’ê Adarê de di navbera Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û serokê hikûmeta demkî Ahmet El Şara de hatiye mohrkirin bi bîr dixe û dixwaze alî pê bikin. Lê di rastiyê de jî nahêle Şara xalên vê mitabeqetê pêk bîne. Di vê çarçoveyê de ji civîna li Şamê encamek derneket. Û Şara, ji ewil civîna dihat xwestin bi pêşengtiya DYA û Fransayê li Parîsê were lidarxistin taloq kir û piştre jî got dê tev li nebin.    DURZÎ Û ELEWÎ   Hewl dide van rewşên bi pirsgirêk ên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re zindî bihêle û bi komkujiyên bi destê rêveberiya Şara li bajarên Elewî û Durziyan tên kirin jî şerê navxweyî zindî bihêle. Tê gotin ku Tirkiye vî şerî jî ji bo di qadê de cih bigire, ji jinûveavakirinê para xwe bigire û tev li rêya bazirganiyê bibe ku dê li aliyê başûrê welat derbas bibe. Durziyên ku li bajarê Siwêyda û bajarên din li dijî rêveberiya Şara li ber xwe dan û daxwaza xweseriyê kirin. Li gel vê, Elewiyan jî bi avakirina Konseya Rojavaya Navîn a Sûriyeyê daxwaza xweseriyê kirin.    PLANA MÎT’Ê   Tirkiye ku dixwaze di vê çarçoveyê de şer kûr bike jî, hinek planên Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) xist meriyetê. Li gorî çavkaniyên ewlehiyê dane; MÎT’ê ji îstîxbarata Şara xwest ku vê planê bigihîne DYA’yê; armanca esasî ya planê ew e ku hêzên Heres Wetenî yên Durziyan li Siwêdayê ava kirin bên tesfiyekirin û bi vê yekê re plana Îsraîlê ji holê rakin.    Naveroka planê wiha ye:    “* Bi fermandariya Silêman Ebîd Baqî û Leys El Belûs ku nêzî rêveberiya Şara ne, ji Durziyên Ceremena, Sehnaya û Eşrefiyet Sehnayayê hêzeke leşkerî were avakirin û li dijî Durziyên li Siwêdayê bidin şerkirin.    * Dê navê Hêzên Siwêdayê yên Welatparêz li vê koma leşkerî were kirin.    * Ev hêz dê xwe weke hêza Durziyan nîşanî DYA’yê bide, mudaxileya Heres Wetenî ya di bin fermandairya Şêx Hikmet El Hicrî hatiye avakirin girêdayî HSD’ê bike û ji DYA’yê re bibêjin ku hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer dixwazin.    * Mûçeyê hêza leşkerî ya tê avakirin jî dê ji hêla Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ve bên dayin.    * Ev hêz dê li Siwêdayê bixebite û li bajar hêza xwe serwer bike.    * Armanc jî ew e ku Durziyan bi hev bidin şerkirin.    * Dê ji DYA’yiyan re bibêjin ku endamên hêza wan ji Siwêdayê ne lê bi darê zorê ji bajar hatine derxistin û niha jî ji bo parastina bajar dixwazin vegerin bajar.    * Îstîxbarata Sûriyeyê dê bi rêya vê hêzê li bajar îktîdara xwe ferz bike. Dê jê were xwestin ku hêzên derve nekarin ji şerê navxweyî yê Durziyan sûd bigirin.    * Dê ji ewil çekên navîn bidin van hêzan û piştî dikevin bajar jî dê çekên giran bidin wan.    * Bi vê yekê re jî dê piştgiriya Îsraîlê ya ji bo Heres Wetenî were tunekirin.    MA / Erdogan Altan