Ji bo vegere karê xwe têdikoş e: Qeyûm ne xizmeta gel, ji alîgirên xwe re dike 2025-09-08 09:05:56   WAN - Gulseren Kaya ku yek ji 223 karkerên qeyûm ji kar derxistî ye, got: “Qeyûm xizmetê ne ji gel re, ji alîgirên xwe re dike. Ev gel jî vê qebûl nake.”    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, 223 karker ji kar der xist. Karker jî ji bo dîsa vegerin ser karê xwe, çalakiya xwe didomînin. Ji karkeran Gulseren Kaya, bal kişand ser hincetên derxistina ji kar û got: “Em pir zelal in; em dixwazin bi nasname, ziman û çanda xwe li vê xakê bi Tirkan re li ser zemîna hemwelatiya wekhev bijîn. Ev yek, bi qebûlkirina nasname û çanda me pêkan e.”    Bi domdarî Gulseren Kayayê diyar kir ku bajarê wan dixwaze xwe bi dînamîkên cuda yên bajar birêve bibe û ev tişt anî ziman: “Walî, qeymeqam an jî amirên milkî yên ji navendê hatin tayînkirin dê çawa pêdiviyên vê derê bizanin? Gelek mînakên cîhanê hene ku mafê xweseriyê didin rêveberiyên herêmî lê Tirkiye hêj pergala navendî ferz dike. Lêbelê li Wanê, li Mêrdîn û Amedê herî zêde em dizanin ka pêdiviya ciwan, jin û zarokan bi çi heye. Îro, xelk nikare tiştên dibistanê jî ji zarokên xwe re bikire. Heke îdiayeke wan a dewleta sosyal hebe, wê demê divê projeyên ku vê pêdiviyê cîbicî dikin bên pêşxistin. Li şûna vê, bi tayînkirina qeyûman îradeya gel tune tê hesibandin. Qeyûm xizmetê ji gel re nakin, ji bo xurtkirina burokrasiya îktîdarê û alîgirên xwe xizmetê dike. Ev gel vê heq nake.”    'EM PÊKVEJIYANÊ DIPARÊZIN’   Di berdewamê de Gulseren Kaya bi lêv kir ku hevşaredarên ji sedî 55’ê dengan standin ji peywirê hatine girtin û çavkaniyên şaredariyê ji bo saziyên cuda hatine şandin. Gulseren Kayayê, wiha domand: “Lê ciwan bêkar in, jin pirsgirêkên giran ên aboriyê dijîn. Heke bi rastî jî hûn bixwazin xizmeta gel bikin, wê demê guh bidin daxwazên gel û cihêkariyê bi dawî bikin. Em, polîtîkayên qeyûm red dikin.    Gulseren Kaya, axaftina xwe wiha qedand: “Pêvajoyeke girîng heye. Behsa aştiyê tê kirin. Tevgera Kurd gavên cidî avêt û nîşan da ku ji bo aştiyê amade ye. Divê dewlet jî gavên şênber biavêje.”