Girtiyê nayê tedawîkirin mehkûmî erebeya astengdaran kirin 2025-09-08 09:07:29   ŞIRNEX - Onder Poyraz ku di dema qedexeyên derketina kolanan ên li Cizîrê de bi birîndarî hate girtin, nehat tedawîkirin û mehkûmî erebeya astengdaran kirin. Hevjîna Poyraz, Fîrdevs Poyraz, got: “Êdî laşê wî çûye. Tekane daxwaza me tedawîkirina wî ye.”    Onder Poyraz, di dema qedexeya derketina kolanan a li Cizîr a Şirnexê de ku di 14’ê Kanûna 2015’an de hatibû ragihandin, bi birîndarî hate binçavkirin û girtin. Rewşa tenduristiyê ya Poyraz her ku diçe xerabtir dibe. Poyraz, dema birîndar rastî îşkenceyê hat û nehat tedawîkirin. Bi îdiayên “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” û “endamtiya rêxistinê” du caran cezayê muebbeda girankirî li Poyraz hate birîn.    Di pevçûnê de guleyek li Poyraz ket û di pişta wî de platîn heye. Her wiha bi yek gurçikê jiyana xwe didomîne. Poyraz, li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê tê ragirtin û ji ber felc bûye, nikare rexa xwe ya rastê bi kar bîne. Poyroz, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Poyraz, ji ber stûyê xwe emeliyat bû û bi sedema ku nikare pêdiviyên xwe bicih bîne, bo demekî kin birin qawîşê lê piştre dîsa xistin hucreyê. Poyraz ku di hucreyê de felc bû, nikare dest û lingên xwe bi kar bîne. Ji ber ku nayê tedawîkirin, rewşa wî ya tenduristiyê her ku diçe girantir dibe. Poyraz, êdî mehkûmî erebeya astengdaran bûye. Palikên çavên Poyraz jî felc bûne lewma pirsgirêka dîtinê jî dijî. Ji ber ku mehkûmî erebeya astengdaran bûye, nikare biçe destşoyê û pateyê kesên sere û telîsê destavê bi kar tîne. Pêdiviyên wî yên rojane jî ji hêla gardiyanan ve bi bedela pereyan tên pêşwazîkirin.    Hevjîna Poyraz, Fîrdevs Poyraz der heqê rewşa hevjînê xwe de axivî.    NIKARE TU PÊDIVIYÊN XWE BICIH BÎNE   Fîrdevs Poyrazê da zanîn ku hevjînê wê zêdetirî du sal in nexweşê nav cihan e û got: “Rewşa Onder her ku diçe girantir dibe. Em li bendê ne ku ev pirsgirêk were çareserkirin. Ji bo bijî çi tişt ji dest were em ê bikin. Laşê wî êdî çûye û tekane daxwaza me ew e ku were berdan û tedawîkirin. Destê wî yê rastê û lingê wî felc in û tenê destê wî yê çepê saxlem e. Di bedena wî de tenê çavên wî saxlem bûn lê felcê li wan jî dan. Nikare biçe destavê jî. Pateyên kesên sere pê ve girê didin û ji neçarî telîsê destavê bi kar tîne. Nikare tu pêdiviyên xwe bicih bîne. Gardiyan, bi bedela pereyan pêdiviyên wî bicih tînin. Ev jî dibe sedem ku mesrefeke zêde derkeve. Gardiyan tu daxwaza wî bicih bînin, pereyan jê distînin. Mehek berê rewşa wî hinek baştir bû lê niha pir giran e. Ma ev kes bi vî halî derkeve jî dê çi zirarê bide kesekî?  Di bedena wî de tenê destê wî yê çepê saxlem e lê nikare bi wî destî jî xwarinê bixwe.”    SEWQÎ ATK’Ê NAKIN    Fîrdevs Poyrazê da zanîn ku ji bo hevjînê wê sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) were kirin ketiye nava hewldanan lê hemû hewldanên wî bêencam mane. Fîrdevs Poyrazê got: “Du meh berê xwest sewqî ATK’ê bê kirin. Li gel ku randewî wergirtibû jî hêj nebirine. Em dixwazin were berdan. Pêvajoyek hatiye destpêkirin û divê girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bên berdan. Rewşa Onder gelek giran e û nikare zêdetir di girtîgehê de bimîne. Di roja pêncşemê de em çûn serdana wî, rewşa wî pir xerab bû. Êdî mehkûmî erebeya astengdaran bûye. Ji ber ku tenê destekî wî saxlem e, nikare wê erebeyê jî bi kar bîne. Dema em diçin serdanê jî bo me zehmetiyan derdixînin. Ez bi xwe re du zarokên xwe dibim lêbelê nahêlin tevî zarokên xwe biçin serdanê. Dibêjin hewceye cuda cuda hevdîtin were kirin. Tenê li me ev sepan tê ferzkirin. Dema em sedema wê dipirsin jî dibêjin ‘zimanê we cuda ye.’ Dema em diçin serdanê hêj du deqe tije nebûyîn dibêjin ‘dema we qediya’ û me derdixînin. Em kengî biçin serdanê, van tiştan bi serê me tînin.”    MA / Zeynep Durgut