Ji bo çalakiya Bestayê bang: Em bi hev re pêşiya qirkirina xwezayê bigirin 2025-09-08 09:50:57   ŞIRNEX - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo tevlibûna meşa li dijî qirkirina ekolojiyê ya li Şirnex û navçeyên wê banga tevlibûnê kirin û gotin ku dê rê nedin qirkirina ekolojiyê.      Talankirina xwezayê ya bi sala ye li çiyayên Cûdî û Gabarê, Herêma Bestayê û gelek deverên din ên Şirnexê tê kirin, didome. Li dijî vê qirkirinê, dê di navbera 9-19’ê Îlonê de bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk, bi dirûşma “Em rê nadin qirkirina ekolojiyê, li dijî talankirina xwezayê dimeşin” meş û çalakiya nobetê were lidarxistin. Amadekariyên ji bo çalakiyê didomin. Aktîvîstên ekolojiyê, gelê herêmê û parastvanên xwezayê dê li dijî vê qirkirinê sibe saet di 13.00’ê de li Qada Cumhuriyetê ya li navenda Şirnexê daxuyaniyê bide, piştre meşê li dar bixe û li Herêma Bestayê jî şevekê nobetê bigire. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, wekîlên DEM Partiyê û gelek kesên ji bajarên Amed, Êlih, Mêrdîn, Sêrt û bajarên din hatin dê tev li nobetê bibin.    Wekîlê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku polîtîkayên qirkirina ekolojiyê xwezayê salên demdirêj e didome û got: “Li Kurdistanê talaneke xwezayê ya giştî heye. Di bin navê ewlehiyê de, bi armanca rantê xwezaya me pêşkeşî sermayedaran dikin. Ji bo pêşîlêgirtina vê talanê em ê dîsa bimeşin û nobetê bigirin. Em bang li her kesî dikin ku tev li çalakiyê bibin. Divê her kesên xwedî wijdan di vê meşê de cih bigirin. Her kesên ji xwe re dibêjin mirov û her kesên xwedî exlaq divê berteka xwe nîşan bidin. Divê xelkê Botanê xwedî li xwezaya xwe derkeve.”    'DIVÊ TALAN BI DAWÎ BIBE’   Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Ramazan Uysal jî got ku dê li dijî qirkirina xwezayê sibe saet di 13.00'ê de li Qada Cumhuriyetê bin û banga tevlibûna meş û nobetê kir. Uysal, xwest ev talan tavilê bi dawî bibe û îdiayên walîtiyê ku digot birîna daran hatiye sekinandin derewand.    Hevseroka MEBYA-DER a Şirnexê Emîne Erkuş jî diyar kir ku divê herî zêde jin xwedî li xwezayê derkevin û got: “Divê hemû jin tev li vê çalakiyê bibin. Îro li Şirnexê talan heye û heke pêşiya vê neyê girtin dê belav bibe. Xwezaya me hebûna me ye û divê ev talan bê bidawîkirin.”    'EM Ê RÊ NEDIN QIRKIRINA EKOLOJIYÊ’   Hevseroka Navçeya Navendî ya Şirnexê Esma Erener jî bang li jinan û her kesî kir ku tev li meş û nobetê bibin. Esma Erenerê got ku ew ê bi çalakiyên xwe ji vê qirkirinê re bibêjin “bes e” û wiha domand: “Em bi qirkirineke mezin a xwezayê re rû bi rû ne. Xweza, dar û çiya yên me ne. Werin em bi hev re pêşî li vê talanê bigirin.”    Hevserokê Navçeya Navendî ya Şirnexê Selahattîn Barinç jî diyar kir ku qirkirina xwezayê polîtîkayeke şerê taybet e û got ku ew ê rê nedin qirkirina ekolojiyê. Barinç, got : “Em ê ji tunekirina avan, birîna daran û qirêjîkirina hewayê re bibêjin êdî bes e.”    'DÊ ÇALAKÎ BIDOMIN’    Hevseroka DBP’a Şirnexê Pinar Akil jî anî ziman ku çalakiyên wan ên di navbera 9-10’ê Îlonê de dê bibin mînak û got: “Divê hemû jin tev li çalakiyê bibin. Li şûna her dara hatiye birîn divê em du daran deynin. Em ê bi çalakiyên xwe bi hev re pêşî li talankirina xwezayê bigirin. Werin di 9-10’ê Îlonê de em bi hev re ji talankerên xwezayê re bibêjin ‘em ê rê nedin we.’”    MA / Emrullah Acar