Dorpêça li pêşiya CHP’ê didome 2025-09-08 09:54:32 STENBOL - Sekinîna CHP’iyên li pêşiya avahiya rêxistina CHP’a Stenbolê ku di dorpêça polîsan de ye, didome.    Piştî betalkirina 38’emîn Kongreya Asayî ya Bajar a Stenbolê ya CHP’ê hatî betalkirin, dadgehê ji bo rêveberiya partiyê qeyûm tayîn kir. Gursel Tekîn ku weke serokê şandeya qeyûm hat tayînkirin, dê îro biçe avahiya CHP’a Stenbolê.    Polîsan, ji duh ve avahiya partiyê xistine dorpêçê. Hemû rêyên ber bi avahiya CHP’ê ve diçin ji hêla polîsan ve hatine girtin. Walîtiya Stenbolê, ji bo 4 rojan biryara qedexeya çalakî û xwepêşandanan da.    Destûr nayê dayin tu kes têkeve avahiyê. Komele qelebalix a CHP’iyan ku wekîl jî di nav de ne, ji şevê din heta niha li pêşiya partiyê disekinin. Tevî barana di serê sibehê de bariyayî jî sekna CHP’iyan didome.