Ji bo danîşîna Ayşe Înceyolê bang 2025-09-08 10:14:03 MÛŞ – Jinan, ji bo danişîna doza Cîhan Oral ku ku Ayşe Înceyol revandibû, tundî û tecawiz lê kiribû û herî dawî qetil kiribû, banga tevlibûnê kirin.   Li navçeya Mûtkî ya Bedlîsê di 2’ê Tebaxa 2023’an de Cîhan Oral jina bi navê Ayşe Înceyol revand, tundî û tecawiz kir. Cîhan Oral di 9’ê Adara 2024’an de Ayşe Înceyol, bavê wê Mûsa û birayê wê Neytullah Înceyol qetil kir. Oral piştî qetlîamê revî û di meha Tîrmehê de li Fransayê hat girtin. Oral hê jî li Fransayê girtî ye û piştî karû barên fermî li bendê ne ku îadeyî Tirkiyeyê bikin. Danîşîn bi sûcdariya ‘êrîşa zayendî’, ‘kes ji azadiya xwe dûrxistin’ dê sibê saet 13:30’an de li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn ya Mûşê bê dîtin û banga tevlibûna danîşînê hat kirin.    Her wiha dozeke Oral li Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê jî ji ber sûcên 'sêwirandina kuştina Ayşe Încesoy, bavê wê û birayê wê' û 'birîndarkirina bi zanebûn’, heye.    Parlamentera Mûşê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Sûmeyye Boz, Nûnera Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) ya Mûşê Oya Yildirim û Endama Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Mûşê Dîlek Ceylan ji bo danîşînê banga hevgirtinê kirin.   DAXUYANÎ DIBIN SEDEMA QETLÎAMAN   Sumeyye Boz anî ziman ku polîtîkayên qirkirina jinan û nêzîkatiyên li hemberî bi hev re têkildar in û wiha got: “Ne tenê kuştina jinan, di heman demê de ragihandinên saziyî jî şêweyekî qirkirinê ye ku rê li ber vê pirsgirêkê vedike. Eger Diyanet di fetwa û weazên xwe de li ser çawaniya cil û bergên jinan li xwe bike, lê li ser kuştina 3-4 jinan a bi awayekî hovane ya bi destê mêran, gotineke bi tenê jî nabêje, wê demê divê em vê hêlê jî lêkolîn bikin: 'Çima qirkirina jinan gihîştiye asteke wiha mezin?'. Eger panel, sempozyûm û atolyeyên derbarê cihêbûna jin û mêran de bi înîsîyatîfan werin lidarxistin, an jî perwerdeya netewî piştgirîyê bide dersa ku bi modela perwerdeya têkel li dibistanên navîn dersên keçan ava dike, divê ev hemû bi giştî li ber çavan bên girtin.”   Boz da zanîn ku sedema tundiya li hemberî jinan polîtîkayên hikûmetê ne, feraseta hêzên ewlekariyê yên  dewletê dibe sedema tundî û tacîzan û mêr jî bi qanûnan tên parastin.    ‘KIRYAR SERBEST HAT BERDAN’   Sumeyye Boz bilêv kir ku di encama polîtîkayên dewletê de bûyera qetilkirina Ayşe Înceyolê derketiye holê û wiha got: “Wek dizanin ku bûyer bi revandinê destpê kir. Ligel ku giliyê Oran hat kirin jî di bûyera ewil de ew û yên ku alîkarî dane wî serbest hatin berdan. Piştî serbestberdana derket holê ku qetilkirin bi plankirî pêk hatiye û hinek hêzan alîkarî dane wî.” Boz anî ziman ku TJA, Meclisa Jinan a DEM Partî û DBP’ê ji nêz ve danîşînê dişopînin û bi malbatê re hevdîtin kirine.    Boz banga tevlibûna danîşînê kir û wiha got: “Niha jî em li bendê ne ku hemû jin roja danîşînê, ango 9'ê Îlonê saet 13.30'an li edliyeyê di nav piştevaniyê de bin. Ji ber ku em jiyana jinê bi tenê ji aliyê mirovekî ji jiyanê tê qetandin, nanirxînin. Em jî weke pîvaneke hejmarî nabînin. Her encamên wan gelek bi bandor in. Ji bo vê jî ev meseleya hişmendiyê ye, meseleya hevgirtinê ye. Ev yek li ser sekinandina hevgiriya li dijî polîtîkayên şîdeta zayendî, dengvedana dengê me ye. Em bang li hemû sazî û rêxistinên jinan dikin ku tevli danîşînê bibin.”   ‘EM XWEDÎ DERKEVIN’   Nûnera Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) ya Mûşê Oya diyar kir ku her roj qetilkirina jinan zêdetir dibe, divê qetilkirina jinan bi dawî bibe û wiha axivî: “Ez bi taybetî jî bang li jinan dikim ku beşdarî danîşînê bibin. Jixwe mêr tevli nabin. Em li vê danîşînê xwedî derkevin. Jinek tevî malbata xwe hat qetilkirin. Tenê dayik maye. Ez beşdarî danîşînên bere jî bûm. Bêguman em ê piştiriyê bidin. Rica li jinan dikim bila werin ji ber ku hevaleke me hat qetilkirin. Qatil li Fransayê hatiye girtin û ger were îadekirin û cezayê xwe bikişîne em ê hinek rihet bibin.”   ‘LI DIJÎ HIŞMENDIYA QETILKAR TÊKOŞÎNA HEVPAR DIVÊ’   Endama Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Mûşê Dîlek Ceylan da zanîn ku divê li hemberî hişmendiya qetilkar têkoşîneke hevpar were meşandin û wiha axivî: “Ger di 9’ê Îlonê de em li danîşînê xwedî derkevin ev dê li hemberî hişmendiya qetilkar bibe peyamek û paşve gav bi wan bide avêtin. Em nîşan bidin ku jin tenê nîn in û hişmendiya qetilkar têk bibin. Ez bang li rêxistinên jinan dikim ku beşdarî danîşîna 9’ê Îlonê bibin.”