Gulistan Koçyigit: Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere 2025-09-11 19:37:46   ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê ya Meclisê û endama komîsyonê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit ku piştî guhdarkirina nûnerên sendika û saziyên karmendan axivî, bi lêv kir ku divê pêvajoya dîrokî neyê xirakirin û hemû kes bi berpirsyarî tevbigere.   Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê hat avakirin civîna xwe ya 8an pêk anî. Di civîna 8an de nûnerên sendîkayan û saziyên karmendan hatin guhdarkirin.   Piştre parlamenterên di komîsyonê de jî mafê axaftinê wergirtin. Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endama komîsyonê Gulistan Kiliç Koçyigit axivî. Gulistan Kiliç Koçyigitê anî ziman ku ji bo pêvajo bi awayekî serkeftî bi encam bibe divê hemû kes bi berpirsyarî tevbigerin û wiha got: “Divê pêvajoya dîrokî neyê xirakirin. Guhdarkirin berdewam dikin. Yên beşdar dibin dibêjin gelo di vir de çareseriyek derdikeve yan na. Sepanên li dijî demokrasiyê pêvajoyê jehrî dikin. Divê ew pratik bên terikandin. Gotin û kirin li hevdû nagirin. Ji bo pêvajo bi awayekî serkêftî encam bigre divê hemû kes berpirsyarî tevbigere. Aştî divê bibe aştiya me hemûyan. Li hemberî gelên Tirkiyeyê em hemû berpirsyar in.”   Endamên partiyên siyasî yên di komîsyonê de ne jî bi dorê mafê axaftinê wergirtin û li ser xebatên komîsyonê fikar, pêşniyar û fikren xwe anîn ziman. Bi axaftina parlamenteran ve civîna îro bi dawî bû.   Civîna 9an a komîsyonê sibe dê bi guhdarkirina nûnerên  Yekitiya Oda û Borsayan a Tirkiyeyê (TOBB), Yekitiya Odaya Ziraatan a Tirkiyeyê (TZOB), TESK, TÎSK, TUSÎAD û MUSÎADê berdewam bike.