Ji bo rabûna li dijî talankirina xwezayê ji Stenbolê hat Bestayê 2025-09-12 09:04:28   ŞIRNEX - Ji Koalîsyona Edaleta Avhewayê Çîgdem Ozbaş ku ji Stenbolê hat Şirnexê da ku daxwaza bidawîanîna talankirina xwezayê bike, got: "Em dixwazin polîtîkayên tenêkirinê li her derê bişikînin."   Bertekên li dijî talankirina xwezayê yên li navenda bajarê Şirnexê û navçeyên wê berdewam dikin. Di 9'ê Îlonê de li bajêr bi daxwaza bidawîkirina lêgerîna madenê û petrolê, santralên hîdroelektrîkê (HES) û bendavan û darbirînê meşeke girseyî hat lidarxistin. Piştî vê, li herêma Bestayê ku pênc sal in darbirrîn lê tê kirin, şevekê nobed hat girtin. Gelek ekolojîst û parêzvanên xwezayê ji Tirkiyeyê û her wiha ji bajarên Kurdistanê beşdarî çalakiyê bûn.   Ji Koalîsyona Edaleta Avhewayê û Kampanyaya Em Axa Xwe Nadin Çîgdem Ozbaş, ji Stenbolê hat û beşdarî çalakiya li Bestayê bû.    Çîgdem Ozbaşê diyar kir ku ew di sala 2022'yan de beşdarî meşa li dijî birîna daran a li Cûdiyê jî bûye û got ku wê ji wê demê ve gelek qereqol li herêmê hatine çêkirin.   'PÊŞEROJA ME DI DESTÊ ME DE YE'   Çîgdem Ozbaşê got: "Ji wê demê ve me dît ku qereqol zêde bûne. Dîsa leşkeran em pêşwazî kirin. Di rê de, me dît ku kanên komirê Cûdiyê dadiqurtînin. Bi pejirandina pêşnûmeya qanûna torbeyî ku berî parlamento bikeve betlaneyê hat derxistin, wêrankirin û talankirina ekolojiyê li Kurdistanê bi awayekî berbiçav zêde bûye."   Çîgdem Ozbaşê destnîşan kir ku deverên daristanî ji ber sedemên "ewlehiyê" tên wêrankirin û got: "Ev dever berê bi darên mezin tijî bûn, lê niha bûne devereke bêdaristan." Çîgdem Ozbaşê got ku talankirinê sewalvaniyê û zeviyên çandiniyê wêran kiriye û koçberiyê li mirovan ferz kiriye.   Çîgdem Ozbaşê got: "Ne tenê bêdengiya çekan, di heman demê de divê avakirina aştiyê bi xweza û mirovan re jî çêbibe. Em nikarin rê bidin ku ev herêm radestî şîrketan were kirin. Em dizanin ku pêşeroj di destên me de ye."   GIRÎNGIYA HEVGIRTINÊ   Çîgdem Ozbaşê îşaret bi girîngiya hevgirtinê li dijî wêrankirina ekolojiyê kir û got: "Hevgirtin li dijî her cure êrişan pir girîng e. Kampanyaya 'Em Axa Xwe Nadin' bi hevkariya rêxistinên jîngehê yên li seranserê Tirkiyeyê hat avakirin. Divê ev hevgirtin bi herêma Kurdistanê re berfirehtir bibe. Ekokujî beşek ji polîtîkayên "'dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe' yên serdestan e. Armanca me ew e ku bi hemû rêxistinên jîngehê yên li Mezopotamyayê re li dijî vê rewşê kampanyayek û platformeke hevbeş ava bikin. Em dixwazin polîtîkayên tenêkirinê li her derê bişikînin. Niha, çend jinên ku li Çiyayên Kazê li dijî wêrankirina ekolojiyê li ber xwe didin, xwe pir tenê hîs dikin. Polîtîkayên ekokujiyê mîna polîtîkayeke şer belav bûne. Rêya têkoşîna li dijî vê hesta tenêtiyê ew e ku divê dengê hevgirtinê bê bilindkirin."   Çîgdem Ozbaşê destnîşan kir ku ew ê di dema pêş de hevgirtinê xurttir bikin û wiha domand: "Em bawer dikin ku ev gef dê zêde bibe. Ev deverên li Kurdistanê ku di bin navê 'ewlehiyê' de ji mirovan tên xalîkirin, tên girtin û ji daristanan tên xalîkirin, dê ji bo sermayeyê werin pêşkêşkirin. Ew ê bixwazin bi serûbinkirina erdê sermayedaran dewlemend bikin. Ji bilî têkoşîna li dijî vê yekê, tu çareyeke me ya din tune ye."   MA / Emrûllah Acar