Li Dêrsimê xetereya erdhej, hezaz û lehiyan 2025-09-16 12:12:22 DÊRSIM - Serokê Odeya Endezyarên Jeolojiyê Huseyîn Alan diyar kir ku xetên fayê yên Dêrsimê xwedî wê potansiyelê ne ku rê li ber erdhejên bi ser pileya 7’ê re vekin û got: “Di serî de rêgehên alernatîf, divê gavên lezgîn bên avêtin.”    Bi ser erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan ên navenda wan Mereşê re zêdetirî 2 sal derbas bûn. Di erdhejan de li 11 bajaran hilweşîneke mezin çêbû û hêj birînên wan nehatine dermankirin. Di demeke wiha de jeolog gelek caran hişyariyan dikin. Yek ji bajarên ku tê hişyarkirin jî Dêrsim e.    Li Dêrsimê, xetên fayê yên Anatoliyaya Bakur, Anatoliyaya Rojhilat, Pulur û Meletiyê hene. Lewma jî ji hêla herêmên xetere ve di asta yekemîn de ye. Li gorî pisporan, xetên fayê yên heyî xwedî wê potansiyelê ne ku li bajar rê li ber erdhejên bi ser pileya 7’ê vekin. Di îxtîmala erdhejekê de xetereya ketina keviran, hezaz û lehiyan heye. Ev jî tê wê wateyê ku rêyên di navbera navçe û navendê û rêyên bi bajarên derdorê re bên girtin.    Ji bo avahiya walîtiyê ku tespîta “xesara giran” jê re hatibû kirin, biryara veguhestina li avahiya pirtûkxaneya di Kampusa Zanîngeha Munzurê de hate dayin.    XETEREYÊN ERDHEJ, HEZAZ Û LEHIYAN   Serokê Odeya Endezyarên Jeolojiyê Huseyîn Alan têkildarî xetereya erdhejê ya li Dêrsimê axivî û got ku divê tavilê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin. Alan, da zanîn ku erdnîgariya Dêrsimê li ser herêma “lêkdanê” ye û got: “Hinek dezavantajên vê hene. Her çar aliyên bajar bi xetên fayê ve dorpêçkirî ye. Qismekê van fayan ev 100 sal in rê li ber tu erdhejan venekiriye. Lewma xetereya ku rê li ber erdhejê vekin pir zêde ye.”    Bi domdarî Alan anî ziman ku li gel erdhejê, her wiha xetereya hezaz, ketina keviran û lehiyan jî heye û wiha pê de çû: “Herêmeke çiyayî û xwedî avdaniyeke jeolojîk a ciwan e. Ne tenê xetereya erdhejê heye, di heman demê de xetereya hezazê jî heye. Dibe ku avahiya we di erdhejê de nehilweşe lê hûn ê bi xesara hezazê re mijûl bibin. Di erdhejên 6’ê Sibatê de li 11 bajaran nêzî 4 hezar xanî ji ber hezaz û ketina keviran zirar gihiştê.”    ‘DIVÊ RÊGEHÊN ALTERNATÎF BÊN PLANKIRIN’    Alan, axaftina xwe wiha qedand: “Divê li dijî erdhej û karestan tevdîr bên girtin. Rûxandina avahiyên bixesar bi tena serê xwe têr nakin. Di dema karesatekê de dibe ku gihandina alîkariya ewil, komên lêgerîn û rizgarkirinê ya vê derê zehmet bibe. Lewma divê rêgehên alternatîf bên plankirin. Divê demek beriya demekî xebat dest pê bikin û rayedar berpirsyartiyên xwe bicih bînin. Divê çavkanî rast bên plankirin û berpirsyartiyên girîng dikevin ser milê me hemwelatiyan, xebatkarên cemaweriyê, endezyar, avahîsaz, plankerên bajar û îdareya navendî. Hikûmet, ji Polîtîka Karesatê ya Neteweyî berpirsyar e.”    MA / Şîrvan Şîlan Çîl