Hikûmeta demkî ya Nepalê şîna neteweyî ragihand 2025-09-17 16:56:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta demkî ya Nepalê ji bo 73 kesên di çalakiyên li dijî hikûmetê de jiyana xwe ji dest dane, şîna neteweyî ragihand.    Li Nepalê li dijî qedexekirina 26 platformên medyaya dijîtal û nelirêtiyên hikûmetê, çalakiyên protestoyî yên bi pêşengtiya xwendekaran hatibûn lidarxistin. Di çalakiyan de 73 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hikûmeta demkî ya Nepalê ji bo kesên di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane şîna neteweyî ragihand.    Wezareta Karên Hundir a Nepalê bi daxuyaniyekê ragihand ku hikûmeta demkî ji bo kesên di çalakiyên protestoyî de jiyana xwe ji dest dane şîna neteweyî ragihandiye.