Nexweşê Alzheimerê Batur 3 roj in winda ye 2025-09-19 16:24:18   ÊLIH - Nexweşê Alzheimerê Ramazan Batur 3 roj berê ji mala xwe ya li gundê Bêwasê yê Misircê derket û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.    Nexweşê Alzheimerê Ramazan Batur ê 83 salî ku li Êlihê dijî û di demsala havînê de tê gundê xwe yê Bêwasê yê navçeya Misircê ya Sêrtê, 3 roj berê ji mala xw derket û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Hat zanîn ku Batur di 17’ê Îlonê de ji malê derket û tu agahî jê nayên girtin. Komên cendirme, AFAD û UMKE’yê jî tev li xebatên lêgerînê bûn. Hat zanîn ku li gel nexweşiyên tansiyon û dil, di heman demê de guhên Batur jî baş nabihîsin.    Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Batur didomin.