Meral Daniş Beştaş: Dibe ku komîsyon hefteya pêş bi Ocalan re hevdîtinê bike 2025-09-21 16:21:15 AMED - Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku dibe şandeyeke ji komîsyonê hefteya pêş bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got: “Me li gelek tecrûbeyên cîhanê nihêrt û li akademîsyenan guhdar kir. Di mijara guhdarîkirina birêz Ocalan de nêrîneke hevpar heye.”    Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê bi saziyên ziman re civînek li dar xist. Di civînê de nêrîn û pêşniyarên têkildarî pêvajoyê hatin guhdarîkirin da ku ji Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê re bên ragihandin.    Di civînê de ji ewil Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê parêzer Cemîle Turhallli axivî û sedema civiyana xwe vegot. Hevberdevkê komîsyonê Heval Dilbihar jî bal kişand ser pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û got: “Em tevek jî dizanin ku dema em behsa aştiyê dikin, gelek pirsgirêk hene. Li Kurdistan û Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin, înkarkirina ziman, çand û nasnameya gelê Kurd e. Ev 100 sal in hewl didin gelê Kurd bi polîtîkayên dewletê ji holê bên rakirin. Ji bo civakeke demokratîk, daxwaza herî xwezayî ya Kurdan, Kurdî ye û divê ev maf were qebûlkirin. Armanca me ew e ku ji bo Kurdî bibe zimanê fermî bixebitin. Em îro ji bo vê li vir in. Ji bo qedexeya li ser Kurdî û zimanên din were rakirin em îro li vir civiyan.”    'DIVÊ KURDÎ BÊYÎ HINCET BIBE ROJEVA KOMÎSYONÊ’    Hevberdevka Konreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş jî da zanîn ku dê nêrîn û pêşniyarên tên kirin bikin rapor û pêşkeşî komîsyona li meclisê bikin. Meral Daniş Beştaşê got: “Divê zimanê Kurdî bêyî hincet di rojeva komîsyonê de cih bigire. Destûr nedan axaftina Dayikên Aştiyê. Em vê rewşê qebûl nakin. Heta niha 11 civîn hatine kirin û hêj jî li pêşniyaran tê guhdarîkirin. Hêj li saziyên Kurdan nehatiye guhdarîkirin. Dê di hefteya pêş de li saziyên zimanê Kurdî bê guhdarîkirin.”    'ZIMAN BO ME MIJARA SEREKE YE’   Di berdewamê de Meral Daniş Beştaşê ev tişt anî ziman: “Zimanê dayikê ji bo me her tim sedema hebûnê ye. Jiyaneke bêziman nabe. Dema bi ziman nehat axaftin, dema nebû zimanê perwede û wêjeyê, ew ziman tune dibe. Zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e û divê zimanê me were qebûlkirin û di qanûnan de cih bigire. Ziman, mijara me ya sereke ye. Bi dehan sala ye ji bo ziman têkoşînek tê dayin, bi hezaran kesan di vê rêyê de canê xwe da.    Em wisa texmîn dikin ku dê hefteya pêş şandeyeke ji komîsyonê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Nekirina hevdîtina bi birêz Ocalan re, ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Me li gelek tecrûbeyên cîhanê nihêrt û li akademîsyenan guhdarî kir. Nêrîneke hevpar heye ku dibêje divê bi birêz Ocalan re hevdîtin were kirin. Divê perwerde bi zimanê dayikê be, zimanê dayikê di qada cemaweriyê de bê bikaranîn û astengiyên li pêşiya vê bên rakirin.”    Civîn, piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî domiya.